Meşa Mezin a Azadiyê di roja 8’an de didome
Meşa Mezin a Azadiyê ku ji du baskên Wan û Qersê hat destpêkirin, li Dersîm û Hezexê di roja 8’an de berdewam dike. Meşvanên Azadiyê diyar kirin ku divê tecrîd rabe.
Navenda Nûçeyan- Meşa Mezin a Azadiyê ku di 1'ê Sibatê de ji aliyê du baskên Wan û Qersê ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, di roja 8'an de didome. Meşvanên azadiyê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin û diyar kirin ku divê tecrîda girankirî rabe.
Şandeya ku hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên di nav baskê meşê yê Wanê de cih digrin, îro serê sibê ji rêxistina DEM Partiyê ya Cizîra Botan bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’, ‘Bijî Berxwedanan Îmraliyê’ ber bi Hezexê ve hatin oxirkirin.
‘Çareseriya pirsgirêka Kurd Îmralî ye’
Meşvanên Azadiyê ku îro berê xwe dan Hezexê, li navçeya Hezexa Şirnexê bi guleyên hewayî hatin pêşwazîkirin. Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî Meşvanên Azadiyê silav kirin. Meşvanên Azadiyê bi gel re serdana esnefan kirin. Bi dehan kesan re ji ketina navçeyê heta avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Hezexê meşiyan. Di tevahiya meşê de Dayikên Aştiyê laçikên xwe yên spî hejandin û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” meşiyan. Her wiha dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Tecrîd mirin e, berxwedan jiyane” hatin berzkirin. Piştî serdana esnafan yek ji Meşvanên Azadiyê Cemîl Taşkesen ê di daxuyaniya li ber avahiya partiyê hat dayîn de axivî, bal kişand ser tecrîda mutleq. Cemîl Taşkesen, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi bîr xist û wiha got: “Em naxwazin greva li girtîgehan veguhere, rojiya mirinê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd ne li gorî mirovan e ne li gorî dewletê ne jî li gorî Îslamê ye. Tecrîd ne exlaqî ye. Bila ne leşker, ne polîs, ne girtî ne jî gerîla jiyana xwe ji dest nedin. Werin em bi hev re xwe bixin bin vî barî û wî rakin. Divê pêvajoya çareseriyê jinûve were destpêkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd Îmralî ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”
‘Wê ev meş nesekine’
Piştre namzeda hevşaredariya DEM Partiyê ya Hezexê Turkan Kayir axivî, bi Suryanî Meşvanên Azadiyê silav kir. Namzedê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Hezexê Dogan Adibellî jî anî ziman ku ji damezrandina komarê ve heta niha gelê Kurd di bin zilmê de ye û destnîşan kir ku Ocalan ji bo gelê Kurd bedeleke mezin dide û wiha got: “Heta ku Kurd di sedsala 21’emîn de deriyên Îmraliyê venekin û serokatiya xwe azad nekin dê ev Meşa Azadiyê nesekine. Serokatî weke Nelson Mandella ji bo vê têkoşînê bedelên mezin dide. Divê em jî xwedî li serokatiya xwe derkevin û bi ruh û coşa Botanê dengê xwe bigihîjînin Îmraliyê.”
Piştî axaftinan, li rêxistina DEM Partiyê ya Hezexê govend hat gerandin û stran hatin gotin. Piştî govendê Meşvanên Azadiyê ji aliyê gel ve bi dirûşman hatin oxirkirin û Meşvanên Azadiyê berê xwe dan Nisêbîna Mêrdînê.
Meşvan li Dersimê bi coş hatin pêşwazîkirin
Baskê Meşa Azadiyê ya Qersê li Dersimê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Meşvanan aqûbeta Gulistan Doku pirsîn û li Meydana Seyîd Riza banga çareseriyê kirin.
Parlamentera DEM Partiyê Kezîban Konukçu di daxuyaniyê de axivî û got: “Gulistan Doku 4 sal berê herî dawî li vir hat dîtin. Li çar aliyên Tirkiyeyê jin tên qetilkirin û windakirin. Li vî welatî her dever bi kamerayan tên şopandin lê lêpirsîneke baş nayê kirin. Gumanbar nehatin binçavkirin, dayika ku li keça xwe digere hat binçavkirin. Li vê xakê em ji bo her kesê edaletê dixwazin. Heta ku azadî bê vê xakê jî dê meşa me bidome.”
Meşvanan li cihê herî dawî Gulistan Doku lê hatiye dîtin, qurnefîl danîn ava bendavê.
Meşvan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Meşvan, piştre jî ber bi bajar ve ketin rê û ji aliyê bi sedan kesan ve bi pifdankên spî hatin pêşwazîkirin. Girseyê dowîzên “Meşa azadiyê”, "Şîyayîşê Xelaşiya” û "Jin, Jiyan, Azadî” hilgirtin û pankarta “Ma dikarî dev ji vê erdnîgariyê berdî? Dê dara berûyê her sal, her roj bêyî me aj bide. Tiştên me bi salan jiyane hene. Li jêr ava Munzûrê diherike” ku gotinên Atakan Mahîr bûn vekirin. Di pêşwaziyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û coşeke mezin hebû. Di meşa li navenda bajar de jî eleqeyeke zêde ji bo meşvanan hebû. Welatiyên li derdorê bi çepik û dirûşman meşvan pêşwazî kirin. Hunermendên NÇM’ê jî bi stranên xwe dîmenên xweşik derxistin holê.
'Ji bo azadî û demokrasiyê me gelek bedel dane’
Meşa ku dest pê kir heta Meydana Seyîd Riza berdewam kir û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û ev tişt anî ziman: “Em li xaka Elîşêr, Sakîne û Mazluman e. Weke zarok, nevî û rêhevalên wan me têkoşîna xwe bênavber domand. Welat dişewite; îşkence hene, pirsgirêka girtîgehan heye. Ev 35 meh in agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Pirsgirêka Kurd sed sal in didome. Em li dijî feraseta ku dibêje; ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ ketin rê. Em li vir ji dayik bûn û koka me li vir e. Li ser her bihosteke Dêrsimê xwîna me herikiye. Ji bo azadî û demokrasiyê tu bedel nemane ku me nedabe. Niha jî dema aştî û çareseriyê ye. Werin dev ji vî aqilê ewlehîperest berdin. Bibin dengê birêz Ocalan. Dêrsimê ser daye lê serî netewandiye. Van çiyayan em parastin. Êdî ev çiya jî serî hildidin. Êdî çiya jî dixwazin ev şer bê sekinandin.”
'Divê tecrîd rabe’
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî got ku gihîştine warê Sakîne Cansiz, Aysel Dogan û Seyîd Riza û ev tişt got: “Ev desthilatdarî çand û nasnameya me înkar dike. Welatekî reştarî afirandin. Em bi hesreta welat man. Em jî dibêjin ‘kilît em in.’ Li gel me heqîqetek heye. Heta niha gotin ‘Kurd tune ne, ziman û çanda wan tune ye.’ Niha jî birêz Ocalan di tecrîdê de ye. Ocalan ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya cîhanê pêşengekî girîng e. Em jî ji bo azadiya Ocalan dimeşin. Di vê roja Xizirê de em rojiyê digrin.”
Piştî daxuyaniyê jî govend hat gerandin.