Meşa Mezin a Azadiyê di roja 10’emîn de ye
Meşa Mezin a Azadiyê ku ji du baskên Wan û Qersê ve hat destpêkirin, li Farqîn û Qoserê di roja 10’emîn de didome. Meşvanan bang li welatiyan kir û gotin: “Navê meşa me meşa azadiyê ye û em ê vê azadiyê bînin.”
Navenda Nûçeyan – Meşa Mezin a Azadiyê ku di 1'ê Sibatê de ji aliyê du baskên Wan û Qersê ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 10'emîn de didome. Meşvanên azadiyê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin.
Meşvanên di baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê de di saetên serê sibê ji navçeya Licê ya Amedê bi rê ketin gihiştin navçeya Farqînê. Baskê Qersê yê li ser rêya Licê û Farqînê demekî dirêj meşiyan, pişt re gihiştin navenda navçeyê. Meşvanên bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin, heta navenda navçeyê bi dirûşm û stranan meşiyan.
‘Navê meşa me meşa azadiyê ye û em ê vê azadiyê bînin’
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Arslan a li ser navê meşvanên tevî hemû qedexe û astengkirinan gihiştin navenda navçeyê axivî, wiha got: “Meşê deh roj li pey xwe hişt. Me roja ewil gotibû ev meş ne ewil dê ne jî dawî be. Heta ku birêz Ocalan azad bibe dê ev meş berdewam bike. Me silavên Keleha Qersê, Çiyayê Araratê, Dîgorê, Sakîne Cansiz, Hayrî Dûrmûş, Ceylan Onkol anîn. Gelê kud sed sal in bi hesreta azadiya xwe ne. Gelê kurd bi gelek komkujiyan re rûbirû ma. Li Farqînê di demekî nêzîk de bi dehan ciwan hatin qetilkirin. Em li dijî mirinê siyaseta jiyanê dimeşînin. Me di tevahiya meşa xwe de di çavnên dayikan de hesreta ji bo aştiyê dît. Dewlet ji vê hesretê ditirse. Heke rêberê gelê kurd di tecrîdê de be, gelê kurd jî di tecrîdê de ye. Li dijî aqlê ku kurdan tune dihesibîne her der bû paytextê berxwedanê. Navê meşa me meşa azadiyê ye û em ê vê azadiyê bînin.”
Newroz Ûysal, da zanîn ku baskên meşê dê di 13’ê sibatê de li Amedê bigihin hev û hemû gel vexwend meşê. Meşvan pişt re derbasî avahiya DEM Partiyê bûn.
Baskê Wanê gihîşt Qoser a Mêrdînê
Meşa Mezin a Azadiyê" ya Baskê Wanê gihaşt Qosera Mêrdînê. Şêniyên Qoserê Meşvanên Azadiyê li Otogara Qoserê bi coşek mezin pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Ji 7 salî heta 70 salî şêniyên Qoserê di nava meşê de cih xwe girt. Piştî ku meş destpêkir jî welatiyên li derdorê û esnaf jî bi çepik û dirûşmeyan piştevaniya xwe anîn ziman.
Li Bulvara Ugur Kaymaz a ku piştî tayînkirina qeyûman a sala 2016'an hat hilweşandin kom bûn û Ugur Kaymaz bi bîr anîn. Li vir kurnefîl danîn û ber bi Qada Azadiyê ve meşiyann. Di meşê de dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.
‘Em ê heta ku bighijin armanca xwe meşa xwe bidomînin’
Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, axivî û bal kişand ser girîngiya meşê û got: "Em meşvanên azadiyê 10 rojin ji bo azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dimeşîn. Îro jî em gihaştin Qoserê. Ji bo piştgiriya we spas. Em bi sedsal in bi hesreta azadiyê dijîn. Ji ber vê sedemê me meşa azadiyê da destpêkirin. Em ê heta ku bighijin armanca xwe meşa xwe bidomînin. Me heta niha serî netewand û em natewînin jî. Divê pirsgirêka kurd bi muxatab re bên çareserkirin. Muxatab jî Birêz Ocalan e."
Piştre jî namzetên hevşaredariya Qoserê Hamdiye Turgay û Zeynî Îpek axivî. Piştî axaftinan Meşvanên Azadiyê û girse derbasî avahiya Rêxistina DEM Partiyê bûn.
Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş jî kirin
Meşvanên Azadiyê ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de serdana malbata Bûbo Taş ê di 12’ê çileya 2023’yan li Taxa Îstasyonê ya girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike laşê xwe da ber agir, kirin.
‘Bila aştî pêk were û gelê kurd ji bin zilmê derkeve’
Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya ya di serdanê de axivî, bal kişand ku 15 sal in tecrîdeke girankirî li ser Ocalan heye û anî ziman ku ji bo êşên mezintir neyên kişandin ketine rê. Emîne Kaya, diyar kir ku heta Ocalan azad bibe dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Bila aştî pêk were û gelê kurd ji bin zilmê derkeve. Em naxwazin heman êşan bikişînin.” Keça Taş, Havva Taş jî wiha got: “Şehîd şehîdê me hemûyan e. Azadî dê ji bo me hemûyan were.”
Serdan bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.