Meşa mêran a li dijî tundiyê: Em rexnedana xwe didin jinan

Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê mêr bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze” li dijî her cûre tundiya li ser jinê meşiyan. Mêrên ku beşdarî meşê bûn gotin ku ew rexnedana xwe didin jinan.

Qamişlo – Bi boneya 25 ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li Ser Jinan, li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mêr meşiyan.

Meş ji çerxereya Sobî dest pê kir û li pêşiya Çarxerêya Şehîd Rûbar rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatibûn hildan. Di heman demê de alên Kongra Star, pankartên dirûşmeyên banga li dijî tundiya ser jinan hatibûn hildan.

Piştî deyqek rêzgirtinê, li ser navê Kongra Star Cewahir Osman axivî û got: “Bi têkoşîna hevbeş a li dijî tundîyê dê hişmendîya desthilatdar têk biçe. Rêber Apo dibêje; ez ê mêrê Kurd bikim mêrê azad, mêrê ku rastiya jinê fam bike û nas bikê. Em jî weke hemû qadên civakê û bi taybetî Kongra Star ji bo danasîna maf û rastiya jinan têkoşîn dikin. Em ê di vê têkoşînê de dewam bikin ta ku tundiya ser jinan bi dawî bibe.”

‘Em rexnedayîna xwe li hember jinan didin’

Ji aliyê xwe ve, Endamê Meclisa Aborî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a Kantona Cizîrê û Hevserokê bajarê Qamişlo yê Esnafan Hemdîn Nebî ji ajansa me re axivî. Hemdîn Nebî tekez kir ku pêwîst e mêr rexnedayînê xwe bidin li hember jinan û wiha pê de çû: “Em rexenedayîna xwe li hember jinan didin ku me zû ew nas nekirin.”

‘Bi saya Rêber Apo em bûn mirovên nû’

Hemdîn nebî diyar kir ku wan di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jina azad nas kir û wiha bi dawî kir: “Bi dirûşmeya herî pîroz a di jiyana xwe de, ku dibêje Jin Jiyan Azadî me nas kir. Weke Rêberê Neteweya Demokratîk Rêber Apo dibêje dema Jin azad bu tevahî civak azad dibe. Li ser vê bingehê em soz didin ku em ê li dijî her cure tundiya li ser jin bisekinin û piştgiriya jin ji bo bidestxistina mafê wê bidin. Roja îro em nikarin bêjin jin an mêr. Îro jin Arîn Mîrkan, Avêsta û Sakîna Cansiz e. Di kesayeta wan de em xwe weke mirovên nû dibînin û nas dikin.”

Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.