‘Meşa Demokrasiyê’ bi dawî bû: Mitinga mezin sibê ye

“Meşa Demokrasiyê” ku bi pêşengiya partî û dezgehên siyasî dest pê kiribû, bi dawî bû. Di meşê de 3 navçe û zêdeyî 50 gundî hatin ziyaretkirin û bi hezaran kes hatin pêşwazîkirin.

Colemêrg – Li dijî desteserkirina îradeya li Colemêrgê, di 13’ê Hezîranê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, pêkhateyên DEM Partiyê wê bi dirûşma "Şaredariyên gelan e, em ê destûrê nedin desteserkirinê" mitingê li dar bixe. Beriya mitingê "Meşa Demokrasiyê" hat lidarxistin."Meşa Demokrasiyê" di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû. Meşa ku 3 roj berê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest pê kiribû, duh li navenda navçeya Geverê û gundên Çelê dewam kir, îro jî bi serdana navenda navçeya Çelê û gundên navçeyê bi dawî bû.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, parlamenter û welatî beşdarî meşê bûn û danê sibehê di serdana esnafan a li navenda navçeya Çelê de timî dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Dirûşma "Bijî berxwedana Colemêrgê" hat berzkirin.

'Em beriya avakirina komarê li vir bûn' 

Çîgdem Kiliçgûn Uçar di serdana esnafan de axivî û got, “Em beriya avakirina komarê li vir bûn. Li cihê ku em bi çand û zimanê xwe dijîn, li vir destûr nayê dayîn ku gel şaredariyên xwe bi rêve bibe. Ev çi zirarê dide kesî? Me sûcdar dibînin, lê sûcê herî mezin ê hikûmeta AKP-MHP'ê ye. Ev partî ne civîna komê, civîna gefan li dar dixin. Ti hevalên me sûcdar nînin. Cezayên ku li me tên birîn, îspata înkarkirina pirsgirêka Kurd a AKP'ê ye."

Welatiyan piştgirî dan meşê 

Piştî serdanên navendî meşvanan gundên Serêspî, Dêra Mersa û Dizeyê ziyaret kirin. Li her gundê ku hat ziyaretkirin welatiyan diyar kirin ku ew ê qeyûm qebûl nekin û gotin ku ev zilm e. Welatiyên beşdarî mîtîngê bûn peyama ku ew ê vîna xwe biparêzin dan û diyar kirin ku ew ê li dijî înkara Kurdan têbikoşin.

Bi hezaran kes hatin cem hev 

Piştî serdanan meşvanan meşa xwe ya 3 rojan a li Colemêrgê bi dawî kirin. Di meşa bi pêşengiya Dayikên Aştiyê û jinan de hat lidarxistin de 3 navçe û zêdeyî 50 gund hatin ziyaretkirin û bi hezaran kes hatin ziyaretkirin. Meşvanan li derên ku çûnê, behsa rejîma qeyûm û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Kurdan kirin.