Meral Daniş Beştaş: Em ji bo çareseriya pirsgirêkên gel namzet in

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya Partiya DEM'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku dê Stenbolê bikin bajarê azadiyê û têkildarî nîqaşên namzetiyê got: "Têkiliya namzediya me ne bi nêzîkbûna hikûmetê ne bi lihevkirina partiyên din re heye."

SERPÎL SAVUMLU

Stenbol- Tirkiye, di 31’ê Adarê de diçe hilbijartinên xwecihî. Bi nêzbûna dîroka hilbijartinê re, yek ji bajarên ku hemû kes encamên wê meraq dike Stenbol e. Ji daxuyaniyên Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan diyar dibe ku ji hilbijartinên dawî vir ve Stenbol veguherandiye meseleya bekayê. Ji namzet Murat Kurum bêhtir li kolanan dengê Tayyîp Erdogan vedide. Li aliyê din, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hilbijartin di kariyera wî ya siyasî de wek şîpikê tê şîrovekirin.

Bi namzetên xwe re beşdarbûna hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku wek kilîd tê dîtin, nîqaşên ji hev cuda bi xwe re anî. Di ser de medya beyî ku mîkrofonê dirêjê DEM Partî bike, hema her şev behsa Kurdên dengdêrên 'partiya kilîd' wê helwest çawa nîşan bidin, dike.

Di nava van nîqaşan de namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî, kolan bi kolan digerin û bi hilbijêran re li hev dicivîn. Me mijarên girîng ên di rojava hilbijartinê de derketin pêş ji Meral Daniş Beştaş pirsî. Meral Daniş Beştaş got; "Em dengê bindestên vî bajarî ne û tercîh û alternatîfa bi milyonan kesên ku hewl didin neyên dîtin in”, bi van gotinên xwe re dawî li nîqaşan tîne: “Tu têkiliya namzetiya me ne bi nêzîkbûna hikûmetê ne jî lihevkirina partiyên nîn e! Em partiyek siyasî ne û wek hemû kesan mafê me heye beşdarî hemû hilbijartinê bibin.”

*Di hilbijartinên xwecihî de herî zêde encamên li Stenbolê tên meraqkirin. Ji bo Serokomar Erdogan girtina Stenbolê gelek girîng e û ji bo Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî wek şîpika krîtîk a rêwîtiya wî ya siyasî tê şîrovekirin. Di mijara partiya we çawa û kê piştgirî dike de, gelek şîrove hatin kirin. Ji bo DEM Partî hilbijartina li Stenbolê tê çi wateyê?

Ji bo DEM Partiyê wateya hilbijartina Stenbolê, di pirsa we de veşartî ye. Ango, bi vî rengî yek ji namzedan namzeda hikûmetê ye lê bi rastî jî wek avatarê serokomar li ser dikê ye û ya din jî ji xwe di rêvebiriyê de ye. Ji hilbijartinên xwecihî yên beriya niha vir ve, gotara -Kî Stenbolê bigre wê Tirkiyeyê jî bigre" û efsaneya vê gotinê hem hikûmetê û hem jî partiyên din tenê di xalekî de kilîd kiriye.

Lê belê xala herî sereke windakirin e, agahiya wan jî nîn e. Xala herî sereke Stenbol û pirsgirêkên mezin ên Stenbolê ne. Di gotina me ya Riya 3’emîn de jî xala me ya serekê gelê me ye; aramî, xweşî, daxwazên wekhevî û aştiya gelê me ye. Ji bo DEM Partiyê wateya hilbijartina Stenbolê; mezin an jî biçûk ferq nake, li bajarê mezin ku bi qasî ji hêrsa hilbijartin û bekaya hikûmetên makro yan jî mîkro ye neyê qurbankirin girîng e, tê wateya em ji bo çareseriyê hene. Belê me ne piştgiriya hikûmetê girt û ne jî di rêveberiyê de ne! Ango qoltixek me nîn e. Lê di destên me de ji bo pirsgirêkên kombûnê pêşniyarên çareseriye hene, kevneşopiyek me heye. Me li herêmê bi dehan şaredariyên ku bi dest xistin de, kevneşopiyek mînak a şaredariyê ava kir û em ji bo vê yekê binîn Stenbolê namzet in.

Em ê Stenbolê bikin bajarê jinan

Binêrin, Stenbol bi pirsgirêkên herî bingehîn ên wek erdhej û xizaniyê re rû bi rû ye. Wek hikûmet a din jî namzetên di rêveberiyên heyî de ne, dibêjin talibê çareserkirina van pirsgirêkan in, wekî ku ev pirsgirêk nû ne. Pêwîstî bi çareseriyên radîkal, mayînde û mirovî heye. Beriya her tiştî ev bajar ji bo jinan ne bi ewle ye! Binêrin, her kêlî li cihekî jin di bin gefeke cidî de ne, bi mafê xwe yê jiyanê re tên ceribandin. Em soz didin ku em ê Stenbolê bikin bajarê jinan û kolanan ji bo jin û zarokan bi ewle bikin. Qadeke ku zarok xwe bi ewle hîs bikin nîn e. Bêguman yên heyî jî ji bo gihandina zarokên xizan ne vekiriye, ez bawer im. Em ê pirzimaniyê bînin û ji bo bajarekî layiqê avahiya kevnar a Stenbolê biafirînin, azadiya ziman misoger bikin. Em ê Stenbola ku pirbawerî, pirzimanî û pirçandî ye, bikin bajarê azadiyê.

Xebatên veguhertina bajarvanî tên kirin, înşaeta ku li şûna xaniyan hatiye hilweşandin tê çêkirin jî hildiweşe. Ev çareserî ye yan di neçareseriyê de îsrar e divê em vê yekê bi nav bikin.

Em dengê vî bajarî ne

Dîsa li vî bajarî, piraniya jiyana gelê Stenbolê li ser riyan derbas dibe. Çima? Ev bajar trafîkê raneke. Hûn çima wesayîdên veguhestina giştî veguherînin zehmetiyek mezin û mirovan neçarî wesayîdên taybet dikin. Zêdekirina cureyên wesayîdên veguhestina giştî, hilberandina alternatîfan û zêdekirina hejmara seferan wê mirovan ji vê zehmetiyê xilas bike. Qeyranek cidî ya stargehbûne heye, ji pirsgirêka erdhejê bigre heta gelekên din. Binêrin, Ajansa Plansaziyê ya Stenbolê (IPA) rapora xwe ya der barê herêmên rezerve û xeternak ên bajêr de weşand. Li gorî rapora IPA'yê ya der barê "Herêmên rezerve û xeternak" di nava 11 salên dawî de ji 800 hezar avahiyên Stenbolê yên beriya sala 2000'î hatine çêkirin, tenê 84 hezar hatin veguhertin. Di raporê de wiha hat gotin: "Ji cihên ku li Buyukçekmece, Gungoren, Kartal, Kuçukçekmece, Pendîk, Tuzla û Zeytînburnuyê hatiye ragihandin 5 qat zêdetir pêwîstî bi veguherînê heye." Ev mijareke cidî ye. Rastiya erdhejan jî heye ku bajar û welatiyên li bajar ji nêz ve eleqedar dike. Rastiya erdhejê ya ji bo Stenbolê ji erdheja 1999’an vir ve mimkun e. Di nava 25 salên derbasbûyî de çi çareserî hat avakirin û rêveberiyê çi kir? Lê şerê qeyîkvan a namzetan, destûr nade van pirsgirêkan û pêşniyarên çareseriya van pirsgirêkan. Lewma ji ber vê yekê em dibêjin di hilbijartinên Stenbolê de “em jî hene”.

Wateyek din a girîng ku em dibêjin di hilbijartinên Stenbolê de em jî hene, ew e ku Stenbol bajarek karker, Kurd, Elewî, feqîr û ciwanan e. Em dengê bindestên vî bajarî ne û tercîh û alternatîfa bi milyonan kesên ku nayên dîtin in! Ji ber vê yekê ev hilbijartin ji bo me girîng û watedar e.

*Tê diyarkirin ku nifûsa Kurd a li Stenbolê dijî wê qedera hilbijartinên Stenbolê diyar bike. Li Stenbolê namzet nîşandana we û xirabûna tifaqa heyî, ji aliyê hinekan ve wek meyla nêzbûna hikûmetê hat şîrovekirin. Lê em dizanin bi taybetî zemîna partiya we namzet nîşandana li Stenbolê ye... Hûn vê tabloya heyî û bi taybetî hebûna daxwazek wiha ya ji aliyê zemînên partiya xwe ve çawa dinirxînin? Hilbijêrên DEM Partiyê çima  Ekrem Îmamoglû nexwestin?

Belê, gelê Kurd tenê di hilbijartinan de tê bîra mirov, di demên din de jî tên krîmînalîzekirin. Hikûmet jî û yên ku ji xwe re dibêjin muxalefet, di mijara bihêzkirin û bêhêzkirina Kurdan de li gorî şert û merc çi hewce dike ango li berjewendiyên xwe, bi hev re hevrikiyê dikin. Mixabin ev jî durûtiya siyaseta Tirkiyeyê ye! Ji ber vê yekê ji kerema xwe bila kes neaxive û namzediya me li gorî xwe şîrove neke! Tu têkiliya namzetiya me ne bi nêzîkbûna hikûmetê û ne jî lihevkirina bi partiyên din re nîn e! Em partiyek siyasî ne û wek hemû kesan mafê me heye ku beşdarî hemû hilbijartinan bibin. Çima ji partiyên din re nayê gotin lê ji DEM Partiyê re tê gotin? Li Stenbolê zemîn û hilbijêrên me zêde ne û dixwazin partiya xwe li ser pusulaya hilbijartinê bibînin. Mesele ev yek e. Kesên ku her dem namzet nîşandana DEM Partiyê nîqaş dikin; yên ku nizanin rêzê ji îradeya hilbijêr û gel re bigrin û têgeha demokrasiyê tenê şîrove dikin.

Pir watedar e ku ji hilbijêran me daxwazek bi vî awayî were. Gelo dengdayîn mafek e, erê mafek e. Gelo kesek bixwaze vî mafî ji bo partiya ku bawer dike dikare bi awayek herî baş nûnertiya wî/wê bike bikar bîne gelek xwezayî ye -ger em dibêjin demokrasî - ev pêwîstiyek demokrasiyê ye.

*We diyar kir li hin cihan jî diçin 'lihevhatina bajar’... hûn çawa pênase dikin, 'lihevhatina bajar' çi ye? Em careke din ji we guhdar bikin... Di hilbijartinên 2023’an de li Stenbolê rêjeya dengê partiya we ji sedî 8’ e, hûn diyar dikin ku di 31’ê Adarê de vê rêjeyê zêde bikin. Nêzîkatiya li hemberî namzetiya we çawa ye?

Wekî tê zanîn, DEM Partî ji bo navê demokrasiya welat pêngavek girîng avêt û hilbijartinên pêşwext pêk anîn. Hemû welatiyên me derfeta hilbijartina namzetê xwe bi dest xistin. Demokrasiya Atînayê, di pênasekirina demokrasiya rasterast de mînakek girîng e. Em jî pratîkek nêzî vî yekê pêşkêş kir,  li bajar û navçeyên ku em lê bihêz in hilbijartina pêşwext pêkanî û têkildarî divê demokrasî çawa bibe modelek ku ji gelên welat re bibe mînakek avakir. Di vê pêvajoyê de em bûn şahid ku gelê me demokrasiya xwe bi dilpakiye mezin dihone. Li aliyê din li bajarên rojava jî lihevkirina bajaran anî rojevê û pêk anî. Me li vir çi kir? Li rojavayê welat hemû sazî, rêxistin, karker, kedkar, ekolojîst, jin, ciwan, gel û rêxistinên baweriyan, partiyên siyasî, rêxistinên kedkar û pîşeyî, hemwelatiyên demokratîk û xwedî wijdan, hemû aliyên civakî û aktorên siyasî ku bajar avadike û dînamîkên civakî û siyasî di asteke mezin de diafirîne hevdîtin pêkanî û ji bo muzakere kirin, bi hevra meşkirin û têkoşîna hevpar bihonîn zemîna lihevkirina bajar avakir. Lihevkirina bajaran, bicîhanîna daxwazên bajêr e. Ji bo me siyaset ne tenê hilbijartin e; nêzîkatiyek ku piştî hilbijartinê jî di nava xwe de dihewîne jî girîng e. Lewma me armanc kir dînamîkek ku piştî hilbijartinê jî berdewam bike ava bikin. Bi vî rengî welat demokratîk dibe û gel ji aborî bigre heya ekolojî û di her qadê de têkildarî pirsgirêka jinan zêde dibe. Bêguman girîngiya rêbaza lihevhatina bajarî, çawa ku di van hilbijartinan de derkeve holê, wê piştî hilbijartinan jî bi bandor be.

Ger em werin pirsa we ya din, girîng e ku namzet nîşandana DEM Partiyê ya li Stenbolê, xwedî îdiayek bûyîn be, gel xwe di namzetê xwe de dibîne mezin e û em li kolanan vê kelacenê dibînin. Helbet îdiaya me mezin e û em ji bo serkeftinê namzet in.

*Hûn çi dikin... Di xebatên hilbijartinê de çawa tên pêşwazîkirin? Em daxuyanî û xebatên namzedên din bibînin lê çapemenî behsa we nake yan jî tenê bi hinek daxuyaniyan em dikarin we di çapemeniyê de bibînin... Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Gelo ev tê wateya xebat û hewldana zêdetir, hûn çawa bi ser dixin?

Em hê di destpêka xebata xwe de ne lê em li kolan û qadan coş û kelecana gel dibînin û bi hêza ku ji vê yekê digrin em zêdetir li ser karê xwe disekinin. Min beriya niha jî diyar kir, namzetbûna me ji rewşa namzetên din pir cuda ye. Em di navbera van her du qutubên hatine afirandin de ne. Lê avantaja ku di rêveberiyê de nebûn an jî îqtîdar nebûn jî ev e; em li cihekî ku girîngî dide pirsgirêkên bajêr in. Em xwe xwedî derfeta pirsgirêkan ji derve bibînin e û di vî warî de em heqîqet in. Em kes û saziyên li kolanan û qadan dibînin re di xala çareserbûna van pirsgirêkan de nîqaşan dimeşînin. Lê medyaya hikûmetê û muhalefet -ez behsa çapemeniya azad nakim- tercîh dikin ku mijarê di asta sansasyonel de binirxînin. Rastî çi ye? Erdhej e. Xîzanî ye. Bêmalî ye. Tundiya li dijî jinan e. Trafîk e. Lê mijara ku tê nîqaşkirin, DEM çi kir e? Ger DEM wiha gotibe, piştgirî da wî, ger wisa gotibe piştgirî da wî/wê. Em ne ji bo piştgiriyê bidin kesê, em ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel bûn namzet. Bi rastî ne ku vê yekê fêm nakin, ji ber ku ne di berjewendiya wan de ye behs nakin û bi hêsanî direvin. Em jî di vê şert û mercên dijwar de kampanyaya xwe dimeşînin. Bêguman zêdetir hewldan, wê encamên baş bi xwe re bîne. Lê belê ji xwe DEM Partî li dijî zehmetiyan xwedî hêzeke efsûnî ye û em ê bi ser bikevin. Belê, em neçar in pir bixebitin, namzetbûyîna çareserkirina pirsgirêkên gel jî vê yekê dixwaze.

*Nîqaşên bi taybetî piştî hilbijartinan dibe ku di xala pirsgirêka Kurd de têkilî çêbibin heye. Lê di aliyekî din de jî bi encamên hilbijartinê re gefên qeyûman hene. Bi sedan endam û rêveberên partiya we di girtîgehê de ne. Li aliyê din ji Abdullah Ocalan ku weke aktorê sereke tê nîşandan, bi salan e agahî nayê girtin. Hûn çi dibêjin? Gelo muzakereyên çareseriyê çawa pêkan e?

Me gelek got û em dibejin kilîta çareseriyê Îmralî ye û yekane muxatab birêz Ocalan e. Welat pêvajoya çareseriyê dît û ev geşadenek pir girîng bû. Demokrasî û aborî jî di nav de çareseriya hemû pirsgirêkên gel bi dawîanîna tecrîde pêkan e. Çareseriya aştiya civakî li Îmraliyê ye, birêz Ocalan e. Helbet pêkhatina muzakereyên çareseriyê bi destpêkirina hevdîtinên Îmraliyê ve girêdayî ye. Helbet bi qanûnên heyî re paqijkirina rê û pêkanîna destûra bingehîn a sivîl û demokrasiyê, wê bibe rêbazek girîng a derbaskirina xitimandina ku welat dijî.