Meral Daniş Beştaş: Em bi xesp û derbeyê re rûbirû ne

Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku tayînkirina qeyûman rêbaza xesp û derbeyê ye û destnîşan kir ku li dijî vê bêhiqûqiyê ne tenê gelê Kurd divê hemû gel têbikoşin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdîn – Piştî şaredariya Esenyurdê ku bi modela ‘lihevkirina bajar’ li Stenbolê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qezenc kirin, di 4’ê Mijdarê de şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên ku Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qezenc kirin, qeyûm hat tayînkirin. Berxwedana gel a li dijî qeyûman bênavber berdewam dike.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera DEM Partî ya Erziromê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku qeyûm xesp e û ne tenê gelê Kurd divê hemû gel li dijî vê yekê bin, da zanîn ku gel ji bo îradeya xwe di berxwedanê de bi biryar in û destnîşan kir ku wê bi vê pêvajoya bêhiqûqî negihîjin cihekî.

‘Divê gel bêdeng nebe’

Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku sê serdem lê holê ye ku tevî desthilatdarî bi qeyûman tu encamê nagire jî heman rêbazê didomîne. Meral Daniş Beştaş bal kişand ku 8 sal in gelê Kurd tevî gefên vê bêhiqûqiyê û qeyûm, ji îradeya xwe tawîz nedane. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ev sê serdem in îradeya gelê Kurd bi hincetên ku bingehek zagonî tune ye, nayê qebûlkirin û tune tê hesibandin û wiha got: “Weke ez her car dibêjim qeyûm derbe ye. Darbeyek wisa ye ku di saet 5’ê siharê de bi dehan hêzên ewlehiyê diçin ber derî teblîxatê didin. Tam rêbazek xesb û darbeyê ye, em dikarin gelek behsa hûrguliyên qeyûm bikin lê belê asta wê ya herî girîng xespkirina îradeya gelan e. Li Rojava pêvajoyek ku ji Esenyurdê dest pê kiriye heye. Li vê derê em rû bi rûyî aqil û feraseta ku îradeya gelan red dike ne. Ez dixwazim îfade bikim ku divê hemû gelên îradeya wan hatiye xespkirin û xesb nekirin, li dijî vê rawestin. Rêveberiya welatek weke ku dengê hemaletiyek ku li Edîrneyê dijî derbasdar e, dengê hemwelatiyek li Mêrdînê dijî ne derbasdar e, rêbaza demokratîk nabe mijara gotinê.”

‘Dixwazin pêvajoya bêhiqûqiyê bi hinceta ‘terorê’ rewa bikin’

 Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku tevî cezayên diyar ên hevşaredaran nîn e, qeyûm hatine tayînkirin û dixwazin vê pêvajoya bêhiqûq bi propagandayê rewa bikin û got: “Gelê Kurd her dem li pey îradeya xwe rawestiyaye, tevî qeyûman, hevşaredarî bi berxwedanê hatin hilbijartin. Berxwedana li dijî derbeyê bênavber didome. Li gel qeyûm, medyaya alîgir, bi dosyayên hevşaredaran bi gotina ‘terorê’ dixwazin qeyûman rewa bikin. Rewşek wiha tune ye. Lêpirsînekê didin destpêkirin, ji bo tayînkirina qeyûm hincet amade dikin û bi vê jî propaganda dikin. Li sê bajaran bi pêkanîna bêhiqûqî ya bi vî awayî îradeya jin û gelan tê redkirin. Me tu carî qeyûm qebûl nekir û em ê qebûl nekin, li dijî vê em ê li her qadê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.”

‘Di destek de qeyûm di destek de samîmiyet nabe’

Meral Daniş Beştaş axaftinên Serokê Giştî yên MHP’ê Devlet Bahçeli “dest dirêjî” û “çareserî” nirxand û bi gotina “Di destekê de qeyûm û di destekî de samîmiyet nabe” bertek nîşanî sîyaseta durû ya tê meşandin da û wiha bi dawî kir:

“Di mijara vê pêvajoya diyalogê de, me xwest em samîmiyeta wan bibînin. Em li aliyê destê ku dirêjî me hatiye kirin bigrin e. Lê belê di destekî de qayûm û di destekî de dostanî û samîmiyeta îradeya çareseriyê piştevaniya hev nakin. Em her dem ji kevneşopiyek ku di bingeha demokratîk de çareseriyê diparêze tên. Em ê aştiyê ava bikin û aştiyê bi sazî bikin. Erka me ya bingehîne ew e ku li her derê Tirkiyeyê em bibêjin ku ev şer wê çi ziyanê bide gel. Em dixwazin ji desthilatdariyê û hevkarên wê re vê bibêjin; ger îradeya çareseriyê hebe, îradeya aştiyê hebe, daxwazên gel hebin, ji bo vê hûn ê gavan biavêjin. Dema me dest da hev hûn ê ji pişt de derbe lê nedin û îradeyê xesb nekin.”