Mela sûcê xwe îtiraf kir lê hê serbest e!

Li Pasûrê melayê bi navê Mehmet Latîf Yeprem ku xwe weke “şêx” dida nasîn derket holê ku di îfadeya xwe ya li emniyetê de, sûcê tecawizê îtiraf kiriye.

Amed – Li gundekî girêdayî Pasûra Amedê derketibû holê ku melayê bi navê Mehmet Latîf Yeprem ku xwe bi navê “şêx” dida nasîn bi awayê sîstematîk destdirêjî M.Y. ya 18 salî kiriye. Mehmet Yeprem, 20’ê Nîsanê ji sûcê “bi kesek ku hê reşîd nebûye re têkiliya zayendî” hatibû binçavkirin.

Mehmet Yaprem, piştî muameleyên li Muduriyeta Emniyeta Pasûrê, 21’ê Nîsanê sewqê dozgeriyê hat kirin. Yeprem piştî ku li dozgeriyê îfade da ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê yê Pasûrê ve hat berdan.

Ajansa Mezopotamyayê gihîşt îfadeyên Yeprem. Mela di îfadeyên xwe de gotiye “têkiliya zayendî sala par di meha bihar an jî havînê de bû. Di tuwaleteke mala şînê de têkiliya zayendî çêbû.” Tevî van îfadeyên sosret jî Yeprem hat berdan.

‘Ceza ji bo vê yekê tune ye’

Parêzerê Yeprem jî di parastinê de îda kir ku pêvajoya gilî ya M.Y. bi dawî bûye û got: “Em bi beyanên di lehiya muwekîlê xwe de ne. Her çendî mijar bi nirxên civakî ve girêdayî were nîqaşkirin jî tu ceza ji bo vê yekê tune ye.”