Mekanîzmayên parastina jinên koçber ji xeterên tundî û îstîsmarê li Cezayîr hat nîqaşkirin
Civîneke nîqaşê ya ku ji aliyê Tora Wesîle (Réseau Wassila / AVIFE) ve li Cezayîrê hat lidarxistin, aliyên hiqûqî û mirovî yên koçberiyê û astengiyên girêdayî parastina mafên koçberan ronî kir. Di civînê de bal hat kişandin ser rewşa jinên koçber.
NECWA RAHÎM
Cezayîr – Mamosteya hiqûqa navnetewî ya Zanîngeha Cezayîrê 1, Leyla Bûseîd, daxwaz kir ku ji bo parastina jinên koçber ji tundiyê û îstîsmarê, penagehên ewle û derfetên debara jiyanê bên peydakirin û berpirsiyariya parastinê tenê neyê sînordarkirin bi welatên ku jinên koçber pêşwazî dikin.
Tora Wesîle (Réseau Wassila / AVIFE) roja Şemiyê, 14’ê Mijdarê, li Cezayîrê civîneke nîqaşê li ser mijara “Koçberî û mafên koçberan” li dar xist. Di civînê de mamosteya Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Cezayîrê 1 û pisporê hiqûqa navnetewî ya mafên mirovan Leyla Bûseîd amade bûn. Di civînê de aliyên cuda yên diyardeya koçberiyê, sedem, qonaxên wê her wiha pirsgirêkên hiqûqî û mirovî yên girêdayî parastina kesên koçber û misogerkirina mafên wan hatin nîqaşkirin.
Civîn bû derfetek ji bo nîqaşkirina statûya hiqûqî ya koçberan di nava civakên pêşwazîker de û mafên ku peymanên navnetewî ji wan re misoger dikin. Ev nîqaş di demeke ku hat kirin de rewşa koçberiyê gelek astengiyan derdixe pêş. Bi taybetî jî ji bo wan komên ku herî zêde di bin xetera bêparastinê de ne, di serî de jin.

‘Jinên koçber di bin bêparastineke duqatî û xeterên tundiyê de ne’
Yek ji mijarên sereke yên ku di nîqaşê de hatin rojevê, rewşa jinên koçber bû. Ew gelek caran xwe di şert û mercên dijwar ên jiyanî û civakî de dibînin ku tê de zoriyên koçberiyê bi cureyên bêparastinbûna ku jin bi giştî dikarin pê re rûbirû bimînin re tevlihev dibin; wekî tundî, cudakarî û nebûna aramiya aborî û civakî.
Di vê çarçoveyê de mamosteya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Cezayîrê 1 û pisporê hiqûqa navnetewî û mafên mirovan Leyla Bûseîd di hevpeyvîneke taybetî de ji ajansa me re nirxandin kir. Leyla diyar kir ku jinên koçber bi gelemperî zêdetir di bin xetera bêparastinbûnê de ne, bi taybetî dema ku ew bêyî hebûna torên piştgiriyê yên têr di rewşên tenêtiyê de dimînin. Her wiha, zehmetiya gihîştina wan a kar, çavkaniyên derfetê û xizmetên parastina civakî dikare şert û mercên wan aloztir bike û wan zêdetir bike armanca îstîsmar û tundiyê
Her wiha tekez kir ku ev pirsgirêk rastiyeke ku gelek jin li çar aliyên cîhanê dijîn e. Tevî cihê ku ew lê dijîn û cudahiya şert û mercan, zehmetiyên ku pê re rûbirû dimînin dişibin hev, bi taybetî dema ku koçberî bi xizanî û lawaziya mekanîzmayên parastinê re dicive.
‘Ji bo jinên koçber penagehên ewle û çavkaniyên debarê’
Her wiha tekez kir ku girîng e mekanîzmayên pratîkî yên misogerkirina parastina jinên koçber bên dîtin. Ev yek jî bi peydakirina cihên ewle û penagehên ku jin di dema rastî hatina tundiyê werin dikarin lê bicih bibin her wiha bi alîkariya wan ji bo gihîştina çavkaniyên debara jiyanê û kar bêyî ku jiyana xwe bixin xeterê, pêkan e.
Wê bang li berpirsyariya parastinê tenê li ser welatên pêşwazîker ên jinên koçber neyê hiştin lê belê qada destwerdanê were firehkirin da ku hemû pêkhateyên civakê, di nav de komele û rêxistinên ne-hikûmî jî tê de cih bigrin. Ev rêxistin dikarin di peydakirina piştgirî û şopandinê de alîkar bin û mekanîzmayên pêşîgirtina li tundê û îstîsmarê xurtir bikin.
‘Hevkariya ji bo bersivdayîna pêdiviyên jinên koçber’
Ev nêzikatî girîngiya hevsengiya di navbera saziyên fermî û aktorên civaka sivîl de derdixe pêş da ku bersiv bidin pêdiviyên jinên koçber û taybetmendiyên rewşa wan li ber çavan bigrin; bi taybetî jinên ku bêyî piştgiriya malbatî dijîn an jî zarokên wan bi xwe re ne û di gihîştina xizmetên bingehîn de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin.