Di meha Mijdarê de li Başûrê Kurdistanê 1 zarok û 2 jin hatin qetilkirin

Di meha Mijdarê de li Başûrê Kurdistanê 2 jin û 1 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Di encama tundiya mêran de 1 zarok û 1 jin jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan-  Di meha Mijdarê de li Başûrê Kurdistanê di encama tundiya mêran de 1 zarok û 2 jin hatin qetilkirin. Di encama tundiyê de zarokek bi guman jiyana xwe ji dest da, zarokek û jinek jî birîndar bûn.

*Lave Sedreddîn ê 16 salî bi guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarok di ava Zapê ya Biçûk de hat dîtin.

*Li Taxa Bekreco ya Silêmaniyê mêrek 2  xwişkên xwe yê 19 û 22 salî qetil kir.

*Li Kerkûkê mêrek 3 xwişkên xwe gulebaran kir. Di encama êrîşê de zarokekî 15 salî jiyana xwe ji dest da. Du xwişkên  10 û 20 salî birîndar bûn.

Li gorî daneyên Rêxistina Lêborîna Navdewletî, di çar mehên destpêka îsal de zêdetirî 13 hezar û 800 gilî li ser tundûtûjiya nav malbatê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hatine tomarkirin.