Medyaya Efganistanê: Zexta zêde û sansur didome
Rapor nîşan didin ku li Efganistanê zexta li ser medyayê, qedexe û zoriyên aborî zêde bûye. Ev rewş rê li ber belavbûna oto-sansur û lawazbûna medyaya serbixwe vekiriye.
BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Efganistan di salên veguherînên siyasî û ewlehî derbas dibin de, medya bûye yek ji mexdûrên herî mezin ên vê rewşê. Zextên ku zêde dibin, qedexeyên zagonî û krîza aborî, qada xebatên medyaya serbixwe, ji her demê zêdetir teng kiriye.
Ev pêvajo ji bo rojnamevan, jin û aktivîstên civaka sivîl, her dem bûye hedefa zextê. Ev rastî bi bûyerên binçavkirin, windakirin, kuştinê di belavbûna oto-sansurê de bi eşkere hatiye dîtin.
Rewşa li Efganistanê, ji ber zext û xizanî di heman demê de tê jiyîn, gihîştiye asteke krîtîktir û rojnamevan rastî zoriyên ji gefên ewlehiyê wêdetir tên.
Tundî û zexta li dijî rojnamevanan zêde dibe
Di 17’ê Adara 2026’an Roja Rojnamegeriya Neteweyî ya Efganistanê, di rapora salane ya navenda Rojnamevanên Efganistanê hat weşandin de hat diyarkirin ku li welat binpêkirinên mafan li dijî rojnamevanan zêde bûye. Li gorî raporê di sala borî de di çarçoveya tundiya li dijî rojnamevanan û binpêkirina azadiya medyayê 207 bûyer hatine qeydkirin. Ji van bûyeran 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 1 jê birîndar bûye. 183 bûyerên gefên rasterast, 21 bûyerên girtina rojnamevanan. Her wiha raporê diyar kir ku li gorî sala 2025’an binpêkirin ji sedî 20 zêde bûne.
Di raporê de hat diyarkirin ku li 18 bajaran destûr nehat dayîn weşana zindî, saziyên medyayê neçar mane weşanên xwe yên televîzyonê vegerînin radyoyan, an jî bi temamî girtine. Li gorî xebatkarên medyayê yên di rêveberiya Talîbanê de, gelek saziyên medyayê bûne amûrên propagandeyê û ji ber şertên xirab ên aborî xebatkaran dev ji karên xwe berdane.
Li gorî rapora 2026’an a Rojnamevanên Sînornenas, Efganistan di nava 180 welatên ku xwedî şertên herî xirab ên rojnamevaniyê ne, di rêza 176’an de cih digre. Di heman raporê de hat destnîşankirin ku sala borî 3 rojnamevanên Efgan hatine kuştin û 25 bûyerên girtin û binçavkirinê hatine qeydkirin.
Li gorî raporeke din a Neteweyên Yekbûyî, ji dema ku Talîban hatiye ser desthilatdariyê ve heta niha 250 rojnamevan hatine binçavkirin û sansur gihîştiye asteke cidî. Di vê pêvajoyê de ziyana herî mezin rojnamevanên jin dîtine.
Piştî Talîban hat ser desthilatdariyê, zagona medyayê hat rakirin û ji bo medyayê fermanek 24 made hatibû weşandin. Ew ferman ev in:
* Qedexekirina xebatên jinan di medyaya dewletê de (radyo û televîzyonên neteweyî di nav de) (24’ê Tabaxa 2021’ê)
* Qedexekirina nûçekirina xwepêşandanan ji aliyê medyayê ve (8 Îlon 2021)
* Astengkirina xwegihandina agahî û naverokan (19 Îlon 2021)
Li ser vê serokê Navenda Eformasyona Talîbanê quralek 11 made eşkere kir:
* Divê mijarên li dijî Îslamê neyên weşandin
* Heqaret li şexsiyetên neteweyî neyê kirin
* Mahremiyeta neteweyî û şexsî neyê binpêkirin
* Di nûçeyan de berovajîkirin nebe
* Li gorî rêgezên rojnamevaniyê tevbigerin
* Di weşana de hevsengî were şopandin
* Divê mijarên rasterast nehatine piştrastkirin bi baldaarî biweşînin
* Divê naverokên ku moralê raya giştî bişkîne bi baldarî were destgirtin
* Divê serxwebûna medyayê were parastin
* Hikûmet hedef dike ku hevkariyê li gel medyayê bike
* Ji bo amadekirina nûçeyan formatên diyar hatine pêşkêşkirin
Neçariya ku divê Talîban wek hikûmeta Efganistanê bê nasîn (25 Îlon 2021)
* Qedexekirina weşandina mûzîkê di medyayê de
* Qedexekirina jinan di rêzefîlmên televîzyonê de, qedexekirina fîlm û rêzefîlman, neçariya nixûmandina rû ji bo jinên dixebitin (21 Mijdar 2021)
* Qedexekirina rexnekirina rayedarên Talîbanê (2023)
* Li Qendaharê qedexeya roportajên bi wêne ûd îmen
* Qedexekirina weşandina televîzyonên navneteweyî
* Sînordarkirina reklamên bi naveroka siyasî û civakî
* Heman qedexeyên li hemberî rexnekirina rayedaran
* Li Helmandê qedexeya wêne û dîmen
* Wedexekirina hevkariya bi medyayên li sirgûnê re
* Qedexekirina dengê jinan li hinek herêman
* Qedexekirina bikaranîna têgînên biyanî
* Qedexekirina dîmenên civînên fermî
* Qedexekirina hevdîtina jinan a telefonê bi medyayê re
* Qedexekirina dîmenên zindî (2024)
* Qedexekirina bernameyên zindî yên siyasî û aborî
* Qedexekirina lêpirsînkirina polîtîkayên rêveberiyê
* Qedexekirina cihgirtina pisporên nehatin erêkirin di medyayê de cih girtin
Di 31’ê Adara 2024’an de quralên nû hatin eşkerekirin:
* Divê nîqaş ne zindî, bi qeyd bin
* Divê pispor tenê ji lîsteya erêkirî werin bijartin
* Divê ji bo kesên derveyî lîsteyê destûr were girtin
* Divê bername berê hatibin erêkirin
* Rexnekirina pergalê qedexeyê
* Divê piştî weşanê beşên hesas werin rakirin
* Di rewşa binpêkirinê de tîm hemû berpirsyar e
* Şaşî neyên telfîkirin
* Neçariya binavkirina rayedarên mirin weke şehîd
* Neçariya berjengên taybet ji bo lîderên Talîbanê bi kar bînin û qedexeya nûçeyên bê destûr
Her wiha 4 fermanên din jî dane:
* Neçariya bikaranîna berjendên taybet ji bo lîderan
* Qedeqekirina dengê jinan di radyoyê de
* Reklamên tenduristî û dermanan bê destûr nayê weşandin
* Ji bo geşta rojnamevan divê destûra fermî were girtin
Bi hinceta pêşîlêgirtina bêexlaqiyê li gelemperî welat qutbûna înternetê (2025)
Rayedarên Talîbanê her çendî berê îdia kiribin ku medya di çarçoveya berê ya zagonê de xebat bide meşandin jî her hewldana di vî alî de rastî zext û binçavkirinan hatiye.
Di roja Rojnamevaniya Neteweyî de, rojnamevanek ku berê hatibû binçavkirin û bi zorê îtiraf pê dabûn kirin hatibû berdan lê belê heman rojê rojnamevanek din hatibû binçavkirin û aqubeta wê hê nayê zanîn.
Rojnamevan rastî pirsgirêkên cidî ên psîkolojîk tên
Li gorî daneyên hatine weşandin, piraniya rojnamevanên li Efganistanê rûbirûyî pirsgirêkên cidî yên psîkolojîk in. Sedema vê ya destpêkê, zext û gefên ku ji aliyê saziya fermankirina başiyê ya Talîbanê ve hatiye pêkanîn e.
Di encamê de, ev dane nîşan didin ku qada medyayê ya li Eganistanê di salên dawî de gelek sînordar e, di bin kontrol û xeterê de ye. Rojnamevan ne tenê bi gefa ewlehiyê, di heman demê de li dijî zextên aborî û psîkolojîk jî têdikoşin. Domandina vê rewşê, rê li ber bêdengkirina medyaya serbixwe li welat vedike.