Meclisên zanîngehên Îranê li dijî zextê bertek nîşandan

Meclisên xwendekaran ên heşt zanîngehên Îranê nameyek vekirî ji Serok Mesûd Pezeşkiyan re şandin û li dijî kiryarên keyfî yên hêzên ewlehiyê li dijî xwendekaran, nerazbûna xwe nîşan dan.

Navenda Nûçeyan – Meclisên xwendekaran ên heşt zanîngehên Îranê nameyek vekirî ji Serok Mesûd Pezeşkiyan re şandin û li dijî zextên zêde yên li ser xwendekaran li zanîngehan nerazîbûn nîşan dan. Encûmenan diyar kirin ku kiryarên keyfî yên hêzên ewlehiyê, destwerdana li rêziknameyên cil û bergan û qedexeyên ku li wargehan têne sepandin bandorek neyînî li ser jîngeha zanîngehê dikin.

Di nameyê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku denetimên bê bingehên qanûnî, vekirina dosyayên li ser xwendekaran û veguherandina zanîngehan ji bu qadên tolhildana siyasî zirarê didin rûmet û aramiya civaka akademîk. Name ji aliyê meclîsên xwendekaran ên Zanîngeha Zanist û Pîşesaziyê, Zanîngeha Tarbiat Modares, Zanîngeha Zehra, Zanîngeha Teknolojiyê ya Şerîf, Zanîngeha Hunerê ya Îranê, Zanîngeha Şehîd Beheştî, Zanîngeha Allameh Tabatabai û Zanîngeha Teknolojiyê ya Amir Kebîr ve hat îmzekirin.

‘Serxwebûna meclîsên xwendekaran were misogerkirin’

Meclîsên xwendekaran daxwaz kirin ku dawî li kiryarên keyfî yên derbarê cil û berg û ketina wargehan de were anîn, sînorên desthilata hêzên ewlehiyê û rêveberiyên zanîngehan werin zelalkirin û dawîanîna zextên li ser çalakiyên xwendekaran . Her wiha wan daxwaz kir ku serxwebûna meclîsên xwendekaran were misogerkirin û rêzikname û biryarên dîsîplînê ji nû ve bên nirxandin. Di nameyê de her wiha ji bo serbestberdana xwendekarên girtî hewldanên bi bandor û zelal hatin xwestin.

Meclîsên xwendekaran diyar kirin ku ewlehiya li zanîngehan bi tirsandin û kontrolkirina xwendekaran nayê misogerkirin û ji nû ve avakirina baweriyê bi civaka akademîk re girêdayî avêtina gavên berbiçav e.