Meclîsa Serdeştê ji bo Rojava daxuyanî da

Li serdeşta çiyayê Şengalê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava daxuyaniyek hat dayîn û berxwedana gelê Rojava ya li hemberî dorpêç û êrîşan hat silavkirin.

Şengal- Meclîsa Serdeştê ya çiyayê Şengalê bi daxuyaniyek berxwedana Rojava silav kir. Daxuyanî li Serdeştê ji aliyê Dayê Kinê ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de jinên Êzidî û civaka Êzidî careke din biryardariya xwe ya bi fikir û felsefa Rêber Apo re dan nîşandan û xwedî li berxwedana Rojava derketin.  

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ji Serdeşta çiyayê  Şengalê em jin û civaka Êzidî berxwedana gelê me yê berxwedêr ê Rojava silav dikin. Em weke civaka Êzidî heya dilopa dawiya xwîna xwe, em ê li pey gelê xwe yê Rojava bin. Em gelê me yê ku îro tî, birçî, di sermayê de li ber xwe dide silav dikin. Di heman demê de şervanên ku di çeperan de li ber xwe didin û axa xwe dibarêzin em silav dikin. Her wiha em bejna xwe di şexsê hevalê Ziyad û hevala Denîz de li hember hemû şehîdan ditewînin.

Li ku derê dibe bila bibe mirovên ku mirovahiyê diparêz in wê bi ser bikevin. Rêbertî jî bi fikrên xwe mirovahiyê dibarêze û wê mirovahî bi ser bikeve di şexsê berxwedana ku li Rojava bi pêş dikeve de. Fermanên îro li ser serê Kurd û Êzidiya rakirine û dibêjin kî Kurd û Êzidî be bikujin. Ne Êzidî ne jî Kurd li hemberî wê mejiyê hov û êrîşên wan dê serî netewînin. Em li vir dibêjin, em weke civaka Êzidî heya dawiyê li pey gelê xwe yê Kobanê, yê Heleb û Efrînê ne çi ji destên me were em ê bikin ji bo gelê xwe yê Rojava.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî fikrên Rêbertî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.