Meclîsa Malbatên Şehîdan: Ji bo dîlgirtiyan azadî!

Li Qamişloyê Meclîsa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyek, ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê xwest ku dîlgirtiyan berde û got: “Em soza xwe nû dikin ku em ê li pişt doza girtiyên xwe bisekinin heta ku em wan di nav xwe de azad bibînin.”

Qamişlo – Meclîsa Malbatên Şehîdan a Rojava li bajarê Qamişloyê, ji bo dîlgirtiyên di destê  Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de ne, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a li Murbee EL-Emnî ya li bajarê Qamişloyê, bi tevlîbûna endamên Meclîsa malbatên Şehîdan û hinek malbatên dîlgirtiyan hat dayîn. Kesên ku hazir bûn, di daxuyaniyê de wêneyên dîlgirtiyan hilgirtin.  
Banga ji bo saziyên mafên mirovan ên li Sûriyeyê

Daxuyanî ji hêla Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Lîloz Xelîl ve hat xwendin. Lîloz Xelîl ragihand ku bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Rojava û bi navê her dayîkek ku li benda xeberek ji zaroka xwe ne û her malbateke ku di rêya rûmeta vê axê de tiştên herî bi qîmet feda kirine, vê daxuyaniyê pêşkêşî raya giştî ya cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û hemû aliyên di qada Sûriyeyê de aktîf in dikin. Lîloz Xelîl wiha got: “Mijara dîl û girtiyên li gel Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, ne tenê dosyeyeke siyasî yan jî kaxezeke bazirganiyê ye. Her wiha, dozeke mirovî û ehlaqî ye ku bandorê li wijdanê her malekê li herêmên me dike.“

‘Binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e’

Lîloz Xelîl destnîşan kir ku berdewkirina girtina van kesan, dûrî malbatên wan û di şert û mercên ku kêmî pîvanên dadperwerî û qanûnên navdewletî ne, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e. Lîloz wiha got: “Lewma, em wek Meclîsa Malbatên Şehîdan li ser van xalên jêr tekez dikin.

 Yekem: Em daxwaz ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û aliyên pêwendîdar dikin ku bi lez û bez hemû dîl û girtiyên li cem xwe azad bikin û çarenûsa windayan bê şert û merc eşkere bikin.

Duyem: Em bang li hemû aliyên navdewletî yên aktîf, rêxistinên mirovî û Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî dikin ku erkên xwe yên qanûnî û ehlaqî bi cih bînin û zexteke cidî bikin ji bo zanîna cihê van dîlan û mîsogerkirina silametiya wan a bedenî û derûnî.

Sêyem: Eşkerekirina çarenûsa van lehengan mafekî pîroz ê malbatên wan e. Vegerandina wan bo hembêza dayîkên wan, daxwaza me ya bingehîn e da ku agirê bendemanê vemirîne û dilê malbatên şehîd û girtiyan şa bike.”

Lîloz Xelîl bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em wek Meclîsa Malbatên Şehîdan, soza xwe nû dikin ku em ê li pişt doza girtiyên xwe bisekinin heta ku em wan di nav xwe de azad bibînin.  Azadî ji bo girtiyan, aramî û sebir ji bo malbatên berxwedêr. Şehîd namirin.”