Meclîsa Jinên Sûriyeyê hewl dide jinan di her warê de bihêz bike

Rêvebera Meclîsa Jinên Sûriyeyê Meryem El-Heyanî diyar kir ku meclîs bi riya pêngavên hişyarkirinê, komxebatan û însiyatîfên ku armanc dikin jinan di hemû waran de bihêz bikin û edaleta civakî pêk bînin, xebatan dikin.

ESMAA MIHEMED

Qamişlo – Meclîsa Jinên Sûriyeyê li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên xwe yên ji bo destekdayîna jinan û parêzvaniya ji bo armancên wan, didomîne. Ev jî bi riya organîzekirina semîner, komxebat û kampanyayên hişiyarkirinê pêk tên. Her wiha şopandina pirsgirêkên jinan di asta yasayî û civakî de, tê bidestxistin. Ev çalakî ji bo avakirina civakek dadmendtir û wekhevtir, beşek ji vîzyona Meclîsê ne.

'Meclîs ji bo bihêzkirina jinan e'

Rêvebera Meclîsa Jinên Sûriyeyê Meryem El-Heyanî derbarê armanca avakirina Meclîsê de wiha got: "Armanc ji Meclîsê pêşxistina jinan di warê siyasî, aborî û civakî de ye, ew jî bi riya lidarxistina komxebat û rûniştinên diyalogî yên ji jinan re bû. Bi saya xebatên ku me kirine, me karî xwe bigihînin hejmareke mezin ji kesayetên jin ên ku hevgirtina xwe bi xebata Meclîsa Jinên Sûriyeyê re diyar kirine. Tevî hilweşîna rejîmê jî, azadî û çalakiyên jinan sînordar in. Lê vêya nehiştiye ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê hejmareke mezin ji jinên ku piştgiriya îdeolojiya wê dikin, bikşîne. Karê Meclîsê bi riya lidarxistina çar civînên diyalogê li paytexta Şamê û civînên li ciyên wek Idlib, Efrîn û Ezaz, berfirehtir bû. Armanc ew e ku Meclîs jinan li seranserê Sûriyeyê bihêz bike."

'Hewl didin şaxên xwe seranserî Sûriyeyê ava bikin'

Meryem El-Heyanî bal kişand ser proje û planên Meclîsê yên di pêşerojê de û got: "Meclîs hewl dide ku ofîsên xwe yên taybet û çalakiyên xwe li hemû deverên Sûriyeyê zêde bike. Armanca xebatên Meclîsa Jinên Sûriyeyê ew e ku jinan di hemû warên jiyanî de bihêz bike. Em niha hewl didin çalakiyên xwe di warê bihêzkirina jinan ji bo ku bighên cihên biryardayînê da ku Sûriyeyek demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin. Meclîs ji rêxistin, sendîkayên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl pêk tê. Bi riya ofîsên xwe yên li seranserê Sûriyeyê belav bûyî, Meclîs bi hemû aliyên peywendîdar re hevahengiyê dike da ku civîn û rûniştinên diyalogê li dar bixe. Tevî astengî û kêşeyan hin kesayetên jin dengê Meclîsê gihandin hemû jinên Sûriyeyê."

'Berê xwe bidin Meclîsa Jinên Sûriyeyê'

Meryem El-Heyanî diyar kir ku destê xwe didin jinan û li dijî tundiya li dijî jinan jî têkoşîna xwe didomînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Bi riya biryar û belegeyên navneteweyî em li dijî tundiya li dijî jinan têdikoşin. Di heman demê de em hewl didin ku ev biryar bikevin meriyetê. Di van demên dawî de Meclîsê debeşdarbûneke xurt a jinan di xebata belavkirina ramana azadî û hêzdarkirinê ji bo hemû jinan de dîtiye. Em bang li hemû jinan dikin ku berê xwe bidin Meclîsa Jinên Sûriyeyê da ku mafên xwe yên aborî, civakî û siyasî mîsoger bikin."