Meclîsa Jinê ya Malbatên Şehîdan: Emê kesên ku êrîşî goristanan dikin bidarizînin
Meclîsa Jinê ya Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê ragihand ku ewê kesên ku sûcên bêhurmetkirina goristanan, perçekirina cenazeyan û îşkencekirina dîlan dikin, di hemû qadên navneteweyî de bişopînin û wan bidarizînin.
Qamişlo – Meclîsa Jinê ya Malbatên Şehîdan a kantona Cezîrî li dijî êrîş û kiryarên ne mirovî yên li ser goristanên şehîdan yên herêmên ku şervan jê vekişiyane û bêrêziya li hember cenazeyên şervanan a ji aliyê komên çete yên cîhadîst yên HTŞ’ê ve, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir. Daxuyanî li Qamişloyê hat dayîn. Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîdên me rûmeta me ne, şervanên me hêz û parastina me ne” û tevlîbûna bi dehan dayîk, hevjîn, zarokên cangoriyên nemir û Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajêr hat xwendin.
‘Ev êrîş di bin bêdengiya navneteweyî ya ku tê wateya şirîkatiyê de pêk tên’
Endama Meclîsa Jinê ya Malbatên Şehîdan Fatma Mamo ku daxuyaniyê xwend, diyar kir ku ji dilê "Cizîrê" yê ku bi berxwedanê lê dide, bi keder û fikarên mezin geşedanên lezgîn û êrîşên pergalî yên ku destkeftiyên şoreşa wan a li Rojava dikin armanc, dişopînin. Fatma Mamo da zanîn ku ev êrîş di bin bêdengiya navneteweyî ya ku tê wateya şirîkatiyê de pêk tên û wiha berdewam kir: “Tiştê ku îro diqewime ne tenê şerekî leşkerî ye, her wiha qirkirina vîna jinê û şikandina vîna civaka ku bi saya fedekariya kur û keçên me bêhna azadiyê girtiye. Dilê me dişewite dema ku em dibînin cenazeyên şehîdên me têne perçekirin û bi hemû şêweyên ku ji mirovahiyê şûştî ye li hemberî van şehîdan bi kar tînin.”
‘Kiryarên bê ehlaqî û sûcekî şer ê ku rûyê mirovahiyê reş dike’
Fatma Mamo destnîşan kir ku goristanên nemiran li wan herêmên ku şervanên wan jê vekişiyane, tên bêhurmetkirin û wiha pê de çû: “Ev şehîdên ku li hemberî çeteyên herî hovane canê xwe di ber mirovahiyê de feda kirin. Êrîşên li ser goristanan, rûxandina kêlên goran, kiryarên bê ehlaqî û sûcekî şer ê ku rûyê mirovahiyê reş dike ye. Ev goristan rûmeta gelê me û bîra têkoşîna me ne. Destdirêjiya li ser wan, hedefgirtina rasterast a her dayîk, hevjîn û zarokên vî welatî ye.”
‘Ew hewl didin polîtîkayên tirsandin û talankirinê bi cih bikin’
Fatma Mamo got ku “Di heman demê de, em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo eşkerekirina çarenûsa windayan, parastina canê dîlan û parastina rûmeta şehîdên me tavilê tevbigere û daxwazên wan bi van gotinan anîn ziman: “Divê cenazeyên şervanên me yên ku ji bo parastina civakê li dijî hovîtî û zordariya komên terorîst cara duyemîn bûn mertal, radestî me bikin. Em wek Meclîsa Jinê, bi zelalî nêzîkatiya tolhildanê û pêkanînên şovînîst ên ku ji aliyê bi "Hikûmeta Demkî" û komên wê ve têne meşandin, dibînin. Kesên ku qebûl kirine di destê kesên din de bibin amûr, nûnertiya daxwazên gelê Sûriyeyê nakin. Berovajî vê, ew hewl didin polîtîkayên tirsandin û talankirinê bi cih bikin, bi taybetî li dijî jinên ku di Şoreşa Rojava de pêşeng bûn.”
Daxwazên ji aliyên garantor
Fatma Mamo ragihand ku li ser vê bingehê, wek dayîk, zarok û hevjînên nemiran di Meclîsa Malbatên Şehîdan de van daxwazan dikin: “Bila aliyên garantor ên peymana agirbestê dikin, ji bo radestkirina cenazeyên kur û keçên me yên şehîd ku hîn li erdan mane, bixebitin. Ev yek binpêkirina rûmeta şehîdan e û li dijî ehlaqê şer e. Em dubare dikin ku ev binpêkirin nikarin vîna me bişkînin, berevajî vîna me ya ji bo parastina proje û destkeftiyên me xurttir dikin. Em ê kesên ku sûcên bêhurmetkirina goristanan, perçekirina cenazeyan û îşkencekirina dîlan dikin, di hemû qadên navneteweyî de bişopînin û wan bidarizînin. Banga me ji bo hemû rêxistinên mafên mirovan da ku destwerdanê bikin û çarenûsa girtiyên me diyar bikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li dora doza me bicivin û rûmet û mafên me yên rewa biparêzin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.