Meclîsa jinan li Binarê Qendîlê bi awayekî xweser dixebite

Li Binarê Qendîl jin bi modela rêveberiya xweser xwe birêve dibin. Rêvebera meclîsa jinan a Binarê Qendîl Serwîn Celal got ku li Qendîlê tundiya dijî jinan gelek kêm e.”

Binarê Qendîl – Rêveberiya nû ya meclîsa jinan a Binarê Qendîlê Serwîn Celel ragihand ku pêvajoya avakirina meclîsa jinan di çarçoveya pergale rêveberiya xweser de li herêmê destpê kiriye, armanc  zindîkirina rola pêşeng a jinan di civakê de ye. Serwîn Celal destnîşan kir ku Qendîl herêmeke xweser e û rêjeya tundiya li dijî jinan gelek kêm e. Berovajî başûrê Kurdistanê ku jin neçar in bi aqil û pergala mêr siyasetê bikin, di her warî de bi awayekî azad cih digrin.

‘Qendîl modelek cuda ya xweseriyê pêşkêş dike’

Serwîn Celal xwedî ezmûna bi salan e kar li şaredariyê û çend projeyên hişyarkirina jinan li Qendîl daye meşandin. Niha di rêveberiya kar û barên jinan û damezrandina meclîsa taybet a jinan de di çarçoveya pergala xweserî de dixebite. Serwîn Celal da zanîn ku ji bo avakirina meclîsa jinan ku weke meclîsa giştî heye hewl didin karên xweser di aliyê jinan de berfireh bikin.

Serwîn Celal herêma Qendîlê weke herêmek cuda dibîne û dibêje: “Ger em binêrin Qendîl herêmek xweser e û dûrî alozî û tundiya li dijî jinan e. Jin di qada siyaset, civak û hemû qadên din de ji bo berjewendiyên xwe roleke aktîf dilîzin.”

Serwîn Celal şêwazên xebatên jinan li bajaran rexne kir û got: “Li başûrê Kurdistanê jin bi awa, pergal û feraseta mêr siyasetê dikin. Lê belê Qendîl taybet û cuda ye. Li vê derê bûyerên tundiya li dijî jinan, kuştin gelek kêm in û dema pirsgirk derdikevin zû tên çareserkirin. Bûyer gelek kêm in û bi tiliyên dest tên hejmartin.”

‘Bi hev re jiyan û têkiliyên jinan’

Serwîn Celal diyar kir ku xwezaya erdnîgarî ya gudên Qendîlê bandorek erênî li ser civakê dike û got: “Di pergala me de bi hev re jiyan heye, ji ber erdnîgariya gundan, wisa ye ku bi hev re jiyan di nava xelkê de bi hêz be. Bi têkiliyên di navbera jinên Qendîlê û xwezayê de wisa bûye ku ji jiyana bajar cuda be.

Serwîn Celal erkên xwe yên niha weke pîroz û giran bi nav kir û îfade kir ku ji ber jin di civaka niha de bi awayekî di nava malê û jiyana taybet de hatine hepskirin. Bal kişand ser rola jinan a niha û wiha got: “Tevî hemû pergala sermayedar û pergala dewletê û zîhniyeta mêrsalarî ger jin bikaribin wan qonaxan derbas bikin, erkek pîroz e. Weke rêbertî dibêje; pêşketina civakê bi  pêşketina jinan ve girêdayî ye.”

Planên pêşerojê: Aborî fikir û aştî

Serwîn Celal îşaret bi wê yekê kir ku gelek proje û planên meclîsa jinan hene û bi taybetî di pêvajoya aştiyê de ku sûdê dide jin zêdetir derbikevin derve û pêşeng bin da zanîn ku planên wan ên aborî yên tundiyê kêm bike henin û wiha got: “Divê jin di aliyê fikrî de xwe bi pêş bixin û akademiyên jin tê de dersê bibînin werin vekirin, di wan de perwerde bibînin, ew jî ji bo jinan erkek pîroz e.”

Serwîn Celal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li vê derê dema bûyerek diqewime, em hewl didin bi rêbazeke baş herdu aliyan li hev bînin. Pirsgirêk gelek zû tên çareserkirin.”