Meclîsa Jinan a Sûriyeyê êrîşa li dijî dêra Mar Îlyas şermezar kir
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, êrîşa li dijî dêra Mar Îlyas ya li herêma Diwêla ya Şamê ku têde 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn şermezar kir û got: “Bi hevre dest bidin destê hev, divê em welatek ku jiyanê heq dike ji nûve ava bikin.”

Navenda Nûçeyan – Meclîsa jinan a Sûriyeyê êrîşa xwekujî ya şeva 22’ê Hezîranê li dijî dêra Mar Îlyas ya li herêma Diwêla ya Şamê pêk hat, bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. Di êrîşa di dema ayînê de pêk hat de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 59 kes birîndar bûn.
Daxuyaniya Meclîsa Jinên Sûriyeyê wiha ye:
“Li Dêra Mar Îlyas ya Rum Ortodoks ku li herêma Diwêla ya Şamê, li bajarê ku şerê ku bi salan didome, hilweşîn û piştî bêhna barutê nû karî nefes bigre di dema ayînê de li gel duayên bilind dibe, terorê carek din bi êrîşek tirsonek dêr kir hedef. Bi dehan mirovên bê guneh, tenê ji bo bêrîkirinên aştiyên û ji bo ewlehî û aramiya welata xwe di dema dua dikirin de jiyana xwe ji dest dan.
Bang li berpirsyaran kir
Em wek Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, em vê sûcên der mirovî û bi awayê herî bi hêz şermezar dikin. Em bang li aliyên berpirs kir ku xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin û pêşî li hewldanên têkbirina aramiya herêmê bigirin, bi taybetî pêşî li hewldanên çeteyên DAIŞ’ê yên jinûve xwe birêxistinkirinê bigirin.
Bi hev re em dest bidin destê hev, welatek ku jiyanê heq dike jinûve ava bikin. Hemû kesên ku xwînê dirijîne, tirs û hilweşînê belav dike, dinava şermê de bên biranîn. Bijî Sûriyeyek azad, ewle û aram.”