Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê nehêlin tundî bê rewakirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê derbarê hedefgirtina Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk de daxuyaniyeke nivîskî da û wiha hat gotin: “Em ê nehêlin tundî bê rewakirin.”

Enqere – Meclisa Jinan a DEM Partiyê derbarê hedefgirtina Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin:

"Dema ku jin her roj di nava 'malbatê' de dihatin qetilkirin û rastî şîdetê dihatin, di dema desthilatdariya xwe ya 22 salan de dixwestin bi kodên zayendperestî ava bikin. Ev yek ne tesaduf e ku jinên li dijî vê li ber xwe didin û têdikoşin dibin hedef. Armanca sereke ya hêzên ku van êrişan organîze dikin ew e ku şîdeta nav malê û qetlîamên li ser jinan rewa bikin. Bi girtina jinan di nava malbatê de ku dixwazin ava bikin, bitirsînin û bêdeng bikin.

Wê nikaribe sûcên li hemberî jinê tên kirin veşêre.

Yên ku jinan ne weke kirdeya civakê lê di çarçoveya 'malbata' ya ku tê de tê qetilkirin pênase dikin, divê baş bizanibin ku; Em ê nehêlin newekhevî û tundiya li ser jinê bi amûrkirina malbatê rewa bibe. Desthilatdariya siyasî ya ku bi pîrozkirina modela 'malbata zayendîparêz' a ku dixwaze ava bike, hewl dide perdeyekê ji înkarkirina jinê re çêbike, wê nikaribe sûcên li hemberî jinê tên kirin veşêre.

Em ê van polîtîkayên desthilatdariya serdest a mêr ku polîtîkayên malbatê li dijî destkeftiyên jinan radixe ber çavan, li her derê eşkere bikin. Divê tu gumana tu kesî nebe ku em ê bi prensîba xwe ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev û paradîgmaya xwe ya azadiya jinê jiyanek azad û wekhev ava bikin. Bijî hevgirtina jinan."