Meclisa jinan a DEM Partî ji bo Rojava bang kir

Meclisa jinan a DEM Partî, bal kişand ser êrişên li dijî Rojava, banga têkoşînê kir û di daxuyaniyê de xwest ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ piştevanî û têkoşînê mezin bikin.

Navenda Nûçeyan- Meclîsa Jinan ya Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser teyîsîna van êrişan li ser jinan û şerê ku li Rojhilata Navîn di dome. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bi êrişan destkeftiyên jinan tê hedefgirtin û banga têkoşînê hate kirin.

‘Destkeftiyên jinan tê hedefgirtin’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şerê parvekirinê û hêzê ya desthilata serdest a mêrê kepîtalîst,ku li hemû cîhanê bilind bûye, tundî û qetliamên li dijî jinan kur dike, hedefgirtina destkeftiyên jinan berdewam dike.” Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişa 27’ê mijdarê li dijî Heleb û êrişên çeteyên cîhadî ên li Rojhilata Navîn li dijî jinan kir û wiha hate gotin: “Bi destê çeteyên cîhadî, hêzên paramilîter, DAIŞ ên dijminê jinan di 27’ê mijdarê de êrişî Heleb kir, hedefgirtina Rojava, ji polîtîkayên desthilata siyasî ya dijminê jinan ne qût e.”

‘Êrişî jiyana wekhev û azad dikin’

Di daxuyaniyê de li Şengalê qirkirina li dijî jinên Êzidî hate bi bîrxistin û destnîşan kir ku bi hezaran jin di bazarên kole de hatin firottin û wiha hate gotin: “Bi zindîkirina çeteyên weke HTŞ, SMO ên ku dijminê jinan, ev êrişên ku destkeftiyên jinan dike hedef, di heman demê de êrişek li dijî hemû jinên ku têkoşîna wekhevî û azadî dikin e. Her êrişa ku li dijî Rojava tê pêkanî, li dijî destkeftiyên jin û şoreşa jinên Rojava ye, êrişek li dijî jiyana azad û wekhev ya bi pêşengtiya jinên Rojava hatî avakirin e.”  

 Banga têkoşînê

Di daxuyaniyê de bang li hemû jin û rêxistinên jinan hate kirin û da zanîn ku li dijî êrişên ser Rojava derketin, tê wateya mezinkirina têkoşîna azadiya jinê û wiha hate gotin: “Li dijî deketina van êrişên li dijî Rojava, bilindkirina têkoşîna me ya azadiyê jinê, li dijî polîtîkayên tundî û şer derketin e.” Di daxuyaniyê de wiha hate got: “Werin em bi hevre li dijî polîtîkayên qirêj ên şerê desthilata mêrê serdest di pêşengtiya jinan de ji bo avakirina aştiyek bi rûmet em dengê xwe bilind bikin.”