Meclisa Jinan a DBP’ê bi rêxistinbûnê ber bi konferansê ve diçe
Meclisa Jinan a DBP’ê ku di demên dawî de bi xebatên ji bo jinan li her cihê Kurdistanê atolyeyan li dar xist, ber bi konferansê ve diçe. Meclis dê ji bo rêxistinbûn û çareseriyê li her bajarî komîsyonên jinan ava bike.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji bo bihêzkirina rêxistinbûnê ber bi konferansê ve diçe. Konferansa ku dê di 8’ê Mijdarê de li Amedê were lidarxistin de, tê hêvîkirin ku bi sedan jin beşdar bibin. Di konferansê dê mijarên tundiya li dijî jinan, êriş û polîtîkayên şerê taybet li dijî civakê bên nîqaşkirin û nexşeriyeke nû were diyarkirin. Jin wê bi nexşeriya nû re li Kurdistanê seferberiya rêxistinbûnê bidin destpêkirin.
Endama Meclisa Partiya DBP’ê Nurten Uzumcu der barê amadekariyên konferansê de ji ajansa me re axivî.
‘Em seferberiya rêxistinbûnê didin destpêkirin’
Nurten Uzumcu diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û bi taybetî jî pirsgirêkên ku jin dijîn, xebatan berdewam dikin û wiha got: “Meha borî me komxebatek li dar xist. Piştî vê komxebatê ligel pêvajoya rêxistinbûnê, der barê bûyerên ku derdikevin pêş de, bi rêxistinbûnek bi hêztir em ê xebatên xwe didin meşandin. Partiya me di vê pêvajoyê de, di çarçoveya xebatên rêxistinbûnê de wê bikeve pêvajoya konferans û kongreyê. Em ê di 8’ê Mijdarê de konferansa jinan li dar bixin. Piştî wê du rojan wê konferansa giştî were lidarxistin. Wê di vê konferansê de seferberiya rêxistinbûnê ya ku em her dem balê dikşînin ser were destpêkirin. Wekî tê zanîn DBP partiyeke Kurdistanî ye. Em jî wê di konferansa xwe de, xebatên ku di demên dawî de me kirine û encamên wê nîqaş bikin û em ê nexşeriya xwe ya du salan amade bikin.”
‘Bi nîqaşkirina pirsgirêkan em ê riya çareseriyê ava bikin’
Nurten Uzumcu destnîşan kir ku wê di konferansê de êrişên li dijî jinan werin nîqaşkirin, rojeva wê ya bingehîn bibe rêbaza têkoşînê ya li dijî êrişan û wiha domand: “Di demeke ku ewqas şerê taybet dijwar bûye de, li hemberî êrişên li dijî jinan me xwest em gotinek bibêjin. Di vê pêvajoyê de meclisa me ya jinan, di gelek xalan de li dijî şerê taybet atolyeyan li dar xist. Di van atolyeyan de em gihîştin bi hezaran jinan. Li dijî êrişan êm ê li ser têkoşîna hevpar nîqaş bikin. Ev sernavên bingehîn, wê bibin sernavên ku em di konferansê de her dem bînin ziman. Bi têkoşîna rêxistinkirina jinan em ê bikaribin ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Ji derveyî şerê taybet, binpêkirinên li girtîgehan tên jiyîn û der barê bûyerên tundiyê yên zêde dibin de em ê mijaran bigrin dest.”
Wê komîsyonên jinan bên avakirin
Nurten Uzumcu da zanîn ku di heman demê de bi avakirina komîsyonên jinan re, hedef dikin ku xebatên xwe belavî her qadê bikin û wiha got: “Weke Meclisa Jinan a DBP’ê di pêvajoya li pêşiya me de, em hedef dikin ku tax bi tax bigerin û hem tora civakî, hem jî seferberiya rêxistinê bi hêz bikin. Di konferansê de dirûşma me ya giştî wê rêxistin û têkoşîn be. Piştî nîqaşên di konferansê de, em ê nexşeriyeke nû ava bikin. Di vê pêvajoyê de em ê bi rêxistinbûnê bi hêztir li qadan bin. Bi komîsyonên jinan ên ku li hemû bajarên Kurdistanê ava bikin, em ê pirsgirêkên jinan li cihê wan tesbît bikin, bi aqilê hevpar em hedef dikin ku bigihîjînin çareseriyê.”