Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê hat ragihandin

Ekolojîst, cotkar, rojnameger, xwendekar, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin ba hev û avakirina Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê ragihandin.

Navenda Nûçeyan – Li Amedê Ekolojîst, cotkar, rojnameger, xwendekar, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Amedê hatin gel hev û avakirina Meclîsa Ekolojiyê ragihandin.

Di daxuyaniyê de pankarta “Bê jiyana ekolojîk aştî pêk nayê” hat hilgirtin. Di daxuyaniyê de destpêkê endamê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Necdet Sezgîn axivî û wiha got: “Em, Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê ava dikin. Ew meclîs dê bibe çareseriya pirsgirêkên têkildarî ekolojiyê. Li Rojhilata Navîn şer heye. Em wekî Meclîsa Ekolojiyê li dijî şer in.”

Em pergala Modernîteya Demokratîk diparêzin 

Piştî hilbijartina dîwanê, deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî ekolojîst Yildirim Arslan axivî û peywirên meclêsê û rojevên wê parve kir. Yildirim Arslan, diyar kir ku tevgera azadiyê hişmendiyek di wan de ava kiriye û got: “Ew keda 50 salan, gihîştiye asteke bilind. Çiqas bi gel re têkilî xurt be, xebat jî ew qas dighê gel. Em pergala Modernîteya Demokratîk diparêzin. Wê rê nîşanî me daye. Azadiya jinê ronesensa me ye. Divê em vê baş fam bikin. Aliyê xwe yê ekolojîk pêş bixin. Îro em li Rojhilata Navîn pêşengtiya Ronesansê dikin. Lewma divê êdî xebatên teorîk bighên gel.”

Piştre jî rêziknameya Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê ji hêla aktîvîst Semra Dagdelen ve hat xwendin û meclîs hate ragihandin.