Meclîsa Şêwirmendî ya Jinên Îraqê hat damezrandin

Jinên ku beşdarî civîna damezrandina Meclîsa Şêwirmendî ya Jinên Îraqê bûne diyar kirin ku meclîs ji bo parastina mafên jinan e û wê bibe dengê wan ê di qadên jiyanî de.

RECA HEMÎD REŞÎD

Îraq- Di 28'ê Sibatê de li Îraqê civînek ji bo damezrandina Encûmena Şêwirmendî ji bo jinên Îraqê hat lidarxistin. Ev encûmen ji aliyê rêxistina "Kehramana" ve hat avakirin. Kehramana ji bo pêşxistina jinên paytexta Bexdayê hatiye avakirin jî, ji jinên çalakvan û kedkarên ku di qadên zanistî û akademî ya pêkhate û mezhebên Îraqî pêk tê. Meclîs bi serpereştiya Serokwezîra Kar û Barên Civaka Sivîl Sara Îyad Ellawî hate demezrandin.

Di vê civînê de li gor dengdayînê Sara Îyad Ellawî wek Seroka Meclîsê hat erkdarkirin. Her wiha Eya Kemûnê jî wek cîgira wê hate tayînkirin. Di civînê de xebatên meclîsê û armancên wê hatin nîqaşkirin. Her wiha komîteyek ji bo amadekirina rêziknameya meclîsê û lêkolîna pêşniyarên rêziknameyan jî heye. Beşdaran jî rewşa jina Îraqî, kêşeyên ku dikşînin û riyên çareseriyê nîqaş kirin.

'Armanca meclîsê parastina mafên jinan e'

Seroka Meclîsa Şêwirmendî ya jinên Îraqê Sara Îyad Ellawî armanca avakirina vê encûmenê anî ziman û got: "Armanca avakirina encumenê, parastina mafên jinên Iraqî ye. Jinên Îraqî di bidestxistina mafên xwe de rastî neheqiyê tên, di nav wan de guhertina yasaya Rewşa Kesan a hejmar188 a sala 1959 ku vê dawiyê ji aliyê civata nûneran ve hat erêkirin jî. Divê meclîs bi bandorkirina biryarderan û gîhandina dengên jinan ji bo baştirkirina rewşa wan, çareseriyên bi bandor peyda bike."

'Meclîsa şêwirmendî ji bo nûnertiya jinên Îraqê ye'

Cîgira Seroka Meclîsa Şêwirmendî Eya Kemûnê tekez kir ku jinên Îraqî hewceyî kesek in ku bi rastî nûnertiya wan li kolanên Iraqê bike û daxwazên wan temsîl bike. Ev yek jî girîngtirîn armanca Encûmenê ye ku bibe dengê jinan. Kesek ku ji bo bandorkirina civakê û danîna zagonên taybet ji bo parastina jinan a di nava civata nûneran de, dengên wan kom bike."

'Jin bingeha civakê ye'

Çalakvan û Rêvebira Têkiliyên Giştî Refat Ebas jî diyar kir ku Meclîsa Şêwirmendî ya jinên Îraqê meclîsek serbixwe ye. Pêşxistina jinan a di warê siyasî, aborî û civakî de erkên wê yên sereke ne. Hewl dide zagon û biryarên civakê biguherîne û wan serarast bike. Di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û bihêzkirina wan a di hemû qadên jiyanî de, dixebite. Ji ber ku jin bingeha civakê ye û em jî li ser prensîba jinê, ji bo jinan kar dikin."

'Meclîs destek dide jina Îraqî ku hebûna xwe îspat bike'

Çalakvan Betûl Hemîd ku ji bajarê Kerbalayê ye, kêfxweşiya xwe ji vê meclîsê re bi lêv kir û wiha axivî: "Bi beşdariya li vê civînê em gelek kêfxweş bûn. Ji ber ku ev meclîs banga parastina mafên jinan di hemû qadên jiyanî de dike. Her wiha destek dide jina Îraqî ku hebûn û rola xwe di van qadan de îsbat bike."

'Ev meclîs ji bo pêşxistina jinan e'

Ebîr El-Zibêdî ku ji paytext Bexdayê beşdarî civînê bûye dibêje ku ev meclîs balê dikşîne ser mafên jinan û aktîvkirina rolên wan ên di jiyanê de. Em ê ji bo pêşxistina jinan a di qadên siyasî, aborî û civakî de bixebitin û têbikoşin. Divê jin ji bo mafên xwe têbikoşin û wê biparêzin. Em bi riya vê meclîsê hewl bidin ku bibin dengê hemû jinan."

'Em ê nûneriya jinên herêmên xwe bikin'

Çalakvan û rojnamevan Neda Sultan ku ji Karkûkê ye got ku meclîs balê dikşîne ser parastina mafên jinan û kêşeyên ku pê re rûbirû dimînin. Neda dide zanîn ku bi taybetî kêşeyên ku  jinên kedkar dijîn dê bên vegotin û wiha got: “Ji bo ku em nûneriya dengê jinên herêmên xwe bikin me ev meclîs ava kir.”