Meclîsa Îştar starta çalakiyên 8’ê Adarê da
Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê di bin dirûşma ‘Dem Dema Azadiyê ye, Em ê Bi Ramanên Rêber Apo Kezî û Jiyana Xwe Bihûnin’ de, bi daxuyaniyek starta çalakiyên 8’ê Adarê da.
Mexmûr - Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin dirûşma ‘’Dem Dema Azadiyê ye, Em ê Bi Ramanên Rêber Apo Kezî û Jiyana Xwe Bihûnin’ de, bi beşdarbûna xebatkarên jin ên wargehê bi daxuyaniyek starta çalakiyên 8’ê Adarê da.
Daxuyanî li ber deriyê Meclîsa Îştar hat dayîn. Beriya daxuyanî were dayîn ji bo tevahî pakrewanên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Axîn Gokalp daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
‘Rêber Apo bi parastina maf û rûmetdariya jinan wan kir pêşengên şoreşê’
8’ê Adarê roja nasname û vîna jinan e. Îro em vê rojê ne tenê weke bîranînek, weke encama têkoşîneke mezin a ku dîrokê guherandiye pîroz dikin. Di serê vê têkoşînê de, felsefeya jina azadkirî, bingeha civaka azad heye.
Weke ku Rêber Apo dibêje: “Heta jin azad nebe civak azad nabe” ev perspektîf îro li her derê cîhanê bûye dengê jinên ku li dijî tarîtiyê serî hildidin. Rêber Apo bi parastina maf û rûmeta jinan, riyeke nû li ber mirovahiyê vekir û jinan kir pêşengên şoreşê.
‘Em ê keda Rêber Apo ya ji bo azadiya jinan bi serkeftinê tacîdar bikin’
Îro jinên Kurd ên ku li hemberî hemû qirêjiyan li ber xwe didin, şer dikin û bi ser dikevin bûne pêşengên azadiyê. Ew kezî bi hêz û berxwedanê hatibû hûnandin. Îro li seranserê cîhanê bi hezaran jin keziyên xwe bi dirûşma azadiyê dihûnin. Jinên Kurd ne tenê ji bo parastina axa xwe keziyan dihûnin û şer dikin, ji bo hebûna hemû jinan û civakê li hemberî kujerê kastîk biparêzin, şer dikin û debgê xwe ji bo azadiyê bilind dikin. Ev qêrîn bûye tirsa dilê kujerê kastîk ê ku kujerê jin û civakê ye. Ji bo wê em di vê 8’ê Adarê de dîsa bi biryardarî û hêza jinan dibêjin em ê li ser xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ bimeşin. Em ê keda Rêber Apo ya ji bo azadiya jinan, bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê bi ruhê keziya jina şervan cîhaneke wekhev û azad ava bikin.
Bi vê boneyê em weke jinên wargeha Mexmûrê bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi bilindkirina hemleya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû’ çalakiyên xwe mezintir û bi hêztir bikin.
Rêzeçalakiyên Meclîsa Îştar ên 8’ê Adarê wiha ne:
1’ê Adarê wê ji aliyê jinên ciwan ve cade û kolan werin xemilandin.
2’ê Adarê bernameyek ji aliyê YXA’yê ve ji bo xwendekarên amedeyî dê werin dayîn.
4’ê Adarê wê ji aliyê navenda Jineolojî ve der barê têkoşîna jinan de sempozyûmek were dayîn.
5’ê Adarê wê li ser jinan, ji aliyê xwendekarên peymangehê ve semîner dê were dayîn.
6’ê Adarê wê ji aliyê weqfa jin ve wê berhemên destan ên jinan bên pêşandan.
7’ê Adarê wê meşek were lidarxistin.
8’ê Adarê wê pîrozbahî were çêkirin.
Daxuyanî bi dirûşman dawî bû.