Marine Le Pen: Macron berpirsê kiryarên li Sûriyeyê ye

Siyasetmedara rastgir a Fransayê Marine Le Pen hikûmeta Fransayê û civaka navneteweyî bi zimanekî tund û eşkere rexne kir û piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan diyar kir.

Navenda Nûçeyan- Seroka Partiya Eniya Niştimanî (RN) Marine Le Pen li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X’ê parvekirinek kir û diyar kir ku ew şervanên Kurd ên bi wêrekî li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine ji aliyê hikûmetên rojavayî ve hatin terikandin û paşguhkirin. Marine Le Pen di parvekirina xwe de ji ber siyaseta pêşwazîkirina cîhadistan, Serokomarê Fransayê Macron bi tundî rexne kir.

‘Cîhadîst li Qesra Elyseeyê hatin rewakirin’

Marina Le Pen diyar kir ku Serokkomarê Fransayê Fransayê Emmanuel Macron bi siyaseta xwe îslamîstên tundrew rewa kir û di berdewamiya vê siyasetê de pêkhateyên li Sûriyeyê hatin çewisandin û got: “Heta îro çend berpirsên bilind ên cîhadîst li Qesra Elyseeyê bi xalîçeya sor hatin pêşwazîkirin?”

‘Kurdên wêrek dimrin’

Siyasetmedara Fransî Marina Le Pen destnîşan kir ku Kurdan bi wêrekî li dijî terorîstên DAIŞ’ê şer kirin û DAIŞ’ê têk birin lê Fransayê û civaka navneteweyî berê xwe ji wan şervanên Kurd zivirandin û wan terikandin ji ber vê jî îro ew mirov dimrin.

Marina Le Pen got: “Mirov dikare li ser Emmanuel Macron careke din bibêje ku bi awayekî trajîk têk çû? Wî kesê ku paşxaneya wî bi kiryarên DAIŞ û El Qaîdeyê dagirtî ye li Qesra Elyseeyê pêşwazî kir.”

‘Berpirsê li Sûriyeyê Macron e’

Siyasetmedara Fransî biryarên dîplomatîk ên hikûmeta Fransayê weke siyaseta li dijî Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeyê pênase kir û got: “Serokkomar Macron ji ber ku bi siyaseta xwe ya îslamîstên tundrew rewa kir ew berpirsê kiryarên li Sûriyeyê ye.”