Marcia C. Inhorn a femînîst: Divê astengiyên li pêşiya Kurdan rabin

Antropologa feminîst Marcia C. Inhorn diyar kir ku destekê dide pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û xwest reformên pêwist ên zagonî bikevin meriyetê, hemû astengiyên li pêşiya tevlibûna siyaseta demokratîk a Kurdan bên rakirin.

Navenda Nûçeyan- Antropologa feminîst Marcia C. Inhorn têkildarî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ peyama piştevaniyê parve kir.

Marcîa Inhorn îfade kir ku destekê dide pêvajoya aştiyê û bi Kurdan re di nava piştevaniyê de ye û wiha got: “Em radigihînin ku bi pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê re ne û piştevaniyê didin gelê Kurd. Hêvîdar in ku ev pêvajo ji bo edalet û wekheviyê bibe gaveke rasteqîn. Ev pêvajo divê wisa bike ku mafên gelê Kurd ji hêla destûra bingehîn ve bên naskirin, beşdariyeke wekhev çêbibe û dawî li cihêkariya salên dirêj e tê domandin bîne. Bi heman awayî, hewce ye têkoşîna aştî û demokrasiyê jî weke pêwîstiyeke vê pêvajoyê êdî neyê krîmînalîzekirin.”

‘Divê reformên zagonî bikevin meriyetê’

Marcia Inhorn xwest reformên pêwist ên pêvajoyê beriya ku bên paşxistin bikevin meriyetê û hemû astengiyên li pêşiya tevlibûna tam a siyaseta demokratîk a Kurdan bên rakirin û got: “Aştiyeke ku xwe dispêre naskirina mafên gelê Kurd dê guncaniya civakî xurt bike û di navbera hemû civakên Tirkiyeyê de qada jiyana demokratîk berfireh bike. Aştiyeke adilane û berfireh ne tenê dê ji bo Kurdan bibe kêliyeke veguherîner, di heman demê de dê asta herêmî û kûrewî de jî bibe destkeftiye.”  

Marcia Inhorn kî ye?

Marcia C. Inhorn, antropolog û zanyareke feminîst a Emerîkayî ye. Li Beşa Antropolojiyê ya Zanîngeha Yaleyê profesor e. Xebatên wê yên etnografîk ên li Misr, Lubnan û Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb ji bo fêmkirina aliyên çandî yên tiba modern gelek sûdewer bûn. Gelek pirtûk û gotarên wê hene û di qada antropolojiya tibî de yek ji kesên herî naskirî ye.