Mamosteyên Şengalî: Em bi berxwedana Rojava re ne
Mamosteyên Saziya Ziman û Perwerdeya Şengalê îro li Medreseya Sor daxuyaniyek dan û gotin ku bila cîhan li dijî vê komkujiyê bêdeng nemîne.
Şengal- Saziya Ziman û Perwerdeya Şengalê îro li Medresa ya Sor a navenda Şengalê der barê komkujiya li dijî gelê Rojava daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdariya hemû mamosteyên Şengalê hat dayîn.
‘Gelê me yê Rojava bi komkujiyek mezin re rû bi rû ye’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Rojava ji bo mirovahiyê xeta sor e û wiha hat gotin: “Em weke Saziya Ziman û Perwerdeya Şengalê piştgiriya gelê xwe yê Rojava dikin û em dibêjin Rojava ji bo mirovahiyê xeta sor e. Wekî tê zanîn gelê me yê Rojava ji bo ax û hebûna xwe biparêze bi hezaran şehîd dane. Lê di roja îro de çeteyên hikumeta demkî ku tenê navê xwe guherand bi navê rastî DAIŞ, careke din êrîşê gelê me yê Rojava kir. Îro gelê me yê Rojava bi komkujiyek mezin re rû bi rû ye. Bi hezaran kes careke din berê xwe didin koçberiyê. Di van êrîşan de bi sedan kes şehîd û birîndar bûn, bi dehan zarok hatin qetilkirin. Li Rojavayê Kurdistanê qetlîam tên kirin.”
‘Her der Rojava ye’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber vê em weke mamoste û rewşenbîrên Şengalê, bang li mirovahiyê dikin ku li Rojava xwedî derkevin. Dîsa em bang dikin ku Neteweyên Yekbûyî berpirsiyariya xwe ya mirovahî bi cih bînin. Çeteyên DAIŞ’ê ku di 2014’an de li Şengalê komkujî pêkanîn, niha jî li ser gelê me yên Rojava pêk tînin.
Em weke mamosteyên Şengalê careke din piştgiriya xwe ji bo gelê xwe yê Rojava diyar dikin û dibêjin her der Rojava ye û em bi berxwedana Rojava re ne.”
‘Gelê Rojava bi tenê nîn e’
Ji beşdarên daxuyaniyê mamoste Rêna Feqîr anî ziman ku şerekî mezin li ser gelê Rojava tê meşandin û wiha got: “Îro me jî weke mamosteyên Şengalê ji bo piştgiriya xwe bidin diyarkirin daxuyanî da. Em dibêjin hûn bi tenê nîn in, em jî bi we re ne. Di vî şerî de gelek jin û zarok hatin qetilkirin, gel ji cih û warên xwe hat koçberkirin lê tevî ku hemû cîhan vî tiştî dibîne jî dîsa xwe bêdeng dike.”
Rêna Feqîr herî dawî wiha got: “Em weke mamosteyên Şengalê heta dawiyê bi gelê xwe yê Rojava re ne. Bijî berxwedana Rojava.”