Mamosteya teqawid Jale Ruhzad hat cezakirin

Mamosteya teqawid û aktîvîsta sendîkayê Jale Ruhzad, bi 8 meh cezayê girtîgehê û 2 sal qedexeya faelieyetên medyaya dîjîtal hat cezakirin.

Navenda Nûçeyan- Sendîkaya Mamosteyên Îranê, ragihand ku mamosteya teqawid û aktîvîsta sendîkaya çandî Jale Ruhzad, bi 8 meh cezayê girtîgehê û 2 sal qedexeya faelieyetên medyaya dîjîtal hatiye cezakirin. Ceza, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve hat dayîn.

Cezayê hatiye dayîn di asta ewil de hikm e û ji bo îtîrazê 20 roj qewl dane Jale Ruhzad.

Hêzên ewlehiyê di 8’ê Cotmeha 2025’an de bi ser mala Jale Ruhzad de girtin û tiştên wê desteser kirin. Ji ber ku rewşa wê ya tenduristiyê xirab bû, wê rakirin nexweşxaneyê. Jale Ruhzad di meha Kanûnê de bi tohmeta "propagandaya li dijî rejîmê" ji aliyê dozgeriyê ve hat gazîkirin û di 9’ê Çileyê de li Dadgeha Şoreşê hate darizandin. Beriya niha jî, ji ber çalakiyên xwe yên sendîkayî û sivîl hatibû girtin.