Mamosteya Kurd Forûzan Îslamî hate girtin

Hat ragihandin ku mamoste û blognivîsa Kurd Forûzan Îslamî ku li bajar ê Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê hatibû binçavkirin, piştî lêpirsînê hatiye girtin û niha di girtîgeha navendî ya bajêr a jinan de ye.

Navenda Nûçeyan – Hat hînbûn ku berpirsa Akademiya Ziman ya "Newcewan" a li Rojhilatê Kurdistanê Urmiyê Forûzan Îslamî, piştî binçavkirinê hatiye girtin. Li gor agahiyan, piştî biryara girtinê ew şandine girtîgeha navendî ya bajêr a jinan.

Li gorî agahiyên hatine destxistin, Foruzan Îslamiyê di pêwendiyeke kurt a telefonê de ji malbata xwe re ragihandiye ku ew ji navenda ragirtinê ya ewlehiyê ya "9 Pile" ji bo Girtîgeha Urmiyê hatiye veguhestin. Lê belê, malbata wê nekariye derbarê dosyaya dozê, sûcdariyên li dijî wê, an jî pêvajoya qanûnî de agahiyan bi dest bixe.

Ew birine navendeke ewlehiyê ya bi navê ‘9 Pile

Li gorî agahiyan, rayedaran daxwaza berdana demkî red kirine û mafê Forûzan Îslamî yê dîtina parêzer û hevdîtinên malbatê hatiye qedexekirin. Parêzvanên mafên mirovan girtina dirêj a kesan bêyî sûc û redkirina mafê şêwirmendiya hiqûqî wekî binpêkirina mafê darizandineke adil dibînin.

Hat ragihandin ku Forûzan Îslamî bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û paşê birine navendeke ewlehiyê ya bi navê "9 Pile". Li gorî agahiyan, ev navend berê ji bo lêpirsîna çalakvanên sivîl hatiye bikaranîn.

Heta niha, rayedaran derbarê sedemên binçavkirinê, sûcdariyên dibetiyê an jî şert û mercên girtina wê de tu daxuyaniyek fermî nedaye.

Girtina Forûzan Îslamî ku bi karê xwe wekî mamosteya ziman û afirînera naveroka Kurdî li ser medyaya dîjîtal tê nasîn, zêdebûna zextên vê dawiyê yên li ser xebatkarên çandî, afirînerên naveroka serbixwe û bikarhênerên medyaya dîjîtal nîşan dide.