Mamoste Rêzan bi awayekî cuda zarokan fêrî tîpên Kurdî dike

Li navçeya Koye ya Hewlêrê li Dibistana Jiyan a seretayî, mamoste Rêzan çil sal in bi coşeke mezin dersê dide xwendekarên pola yekem. Bi her tîpeke nû wan fêrî çalakiyek dike û dibêje: “Zarok emanetên me ne.”

ŞIYA KOYE

 

Koye- Rêzan Bekir, yek ji mamosteyan e ku bi hêza xwe A, B, C ya Kurdî bi şêwazeke cuda fêrî zarokên dibistana seretayî dike. 40 sal in dersê dide lê belê tu caran westandinê hîs nekiriye û dibêje ku destpêkê dilê wan qezenc dike û piştre tîpan fêr dike.

 

‘Cîhana zarokan gelek cuda ye’

Rêzan Bekir wiha got: “Cîhana zarokan cuda ye, pola yekem a sereteyî destpêka fêrbûnê ye. Ger ders were dayîn bi tiştên ku mirov fêrî wan dike bi praktîzekirinê zûtir fêr dibin. Ji ber wê jî min hewl da bi vî awayî dersê fêrî zarokan bikim. Ji destpêka salên 90’î ve bi vî awayî dersê didim. Min hêdî hêdî zêdetir girîngî da cureyên fêrkirinê. Ez destpêkê dilê wan bi hezkirinê qezenc dikim û piştre dersê didim.”

Rêzan Bekir da zanîn ku mijaran bi tiştên xwarinê fêr dike, hedefa wê destpêkê fêrkirina tîpan e û piştre jî girîngiya wan xwarinan ji wab re şîrove dike û got: “Zarok hebûn dayîkên wan digotin qet penir naxwin an xwarinek cuda, ez wan xwarinan tînim zarok hemû dixwin.”

 

‘Dersa Kurdî girîng e û divê gelek baş zimanê dayîkê fêr bibin’

Rêzan Bekir da zanîn ku waneya Kurdî girîng e divê zarok gelek baş fêrî zimanê dayîkê bibin û got: “Hinek dayîk kêfxweş in ku zarokên wan fêrî îngilizî dibin û wan dişînin dibistanên taybet. Nizanin ev yek li ser zimanê dayîkê xirabî ye. Divê mamoste dersê tenê li gorî pirtûkê nedin divê li gorî şêwazê rast dersê bidin xwendekaran.”

Rêzan Bekir têkildarî rola hevpîşeyên xwe wiha dibêje: “Mamoste û xwendekarên me di asteke gelek baş de ne, raste em çar mamostayên pola yekem a dibistana seretayî ne, dema em derdikevin derve gelek tên nasîn, xwendekarên dibistana me di nivîs, îmla û xwendinê de jîr in. Dema em berhemên xwe dibînin gelek kêfxweş dibin.”

 

‘Divê em hemû tiştî fêrî zarokan bikin’

Rêzan Bekir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez çalakiyên xwe di hemû malperên medyaya dîjîtal de parve dikim. Gelek nêrînên baş ji min re tên. Dibêjin xanenîş nebe. Hinek jî dibêjin ev mamoste mînak e. Yên ku nirxandinan dinivîsînîn ez wan nas nakim, ji derveyî welat û bajarên din in. Dibêjin parvekirinên xwe bidomîne û belav bike da ku em jî fêr bibin û sûdê jê bigrin. Ev jî ji bo min, bajar û xwendekarên min cihê kêfxweşiyê ye. Rast e ez ê xanenişîn bibim. Ez dema xwe temam dikim. Di dawiyê de hêvîdar im hemû mamoste girîngiyê tenê nedin pirtûkan. Ji ber ku li gorî min mijar ne girîng e, mamosteyê mijarê girîng e. Perwerde girîng e ji ber ku ew zarokên me ne tu cudahiya zarokan tune ye, ya dikeve ser milên me ew e em zarokên ku dayîk û bavan wan anîne gel me divê em jî xwedî li wan derbikevin û hemû tiştî fêr bikin.”