'Malên jinan cihê pêşxistina hunerên pîşeyî û perwerdeyê ne'

Cîgera Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Hiweyda Mihemed got: “Ji ber krîz û kaosên ku rû didin jin bêtir zirar dibînin, ji lewre hewcedarên avakirina stargehan mane.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Di bin navê ol, êl, adet û kevneşopiyên civakî, şer, kaos û krîzên ku di cîhanê de ji aliyê sîstemên sermayedar ve rû didin, jin dibin qurbanî. Pirsgirêka ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê re rûbirû ne, pirsgirêkeke gerdûnî ye. Lê belê ji bo parastina van jinan sazî, rêxistin, tevger û dezgehên jinan ên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê plansaziyên xwe çêkirine. Di sala 2015'an de ji aliyê Desteya Jin a Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, 5 Malên Parastinê yên demkî û demdirêj ji bo jinan hatin avakirin.

Têkildarî vê mijarê Cîgira Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Hiweyda Mihemed axivî.

Hiweyda Mihemed got ku bi derketina şoreşan re gelek krîz û pirsgirêk derdikevin û wiha behsa wan kir: "Çi bûyer biqewime, ya ku destpêkê dibe qurbanî jin e, ji ber ku para herî mezin ji tundî, pirsgirêk û krîzan jin digre. Ji qetilkirina di bin navê 'namûsê' de bigre, heta destdirêjî, zewaca di temenê biçûk û pirzewacî yê. Ji lewre pêwîstiyeke demildest bû ku malên parastinê di sala 2015'an de ji aliyê Desteya Jin ve, ji jinan re werin avakirin. Ji ber pirsgirêkên wiha demek baş ji wan re lazim e ku werin çareserkirin, ne mijara rojek û du rojan e. Di heman demê de jî pêwîstiya jinên ku rastî pirsgirêkan hatine li cihekî bimînin heye, heta ku doza wan were çareserkirin."

Li gorî dem û pêvajoyên çareseriya dozan, avakirina malên demkî û demdirêj

Hiweyda Mihemed sîstem û avakirina her 5 malan bi bîr xist û wiha domand: "Malek daîmî ye, du mal demkî ne û du nuqteyên 24 saet jî li cihê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin hatine bicihkirin. Ev mal ji bo parastina jinên ku di hundirê malbatê de bi tundî û gefa kuştinê re rû bi rû dimînin, hatin avakirin. Sîstema malên me li ser sê astan in û li gorî pirsgirêk û doza jinan mayina wan demkurt û dirêj dibe. Her aliyek xwedî erkek e. Em wekî malên parastinê bi erkên xwe radibin lê belê sazî û rêxistinên jinan hene ku bi pirsgirêkê û riyên çareseriya wan re mijûl dibin. Dema ku doza wê tê çareserkirin, em dikarin wê jinê careke din radestî malbatê bikin. Hin doz bi salan didomin heta ku çareser dibin, heta wê demê jî ew jin di bin parastin û ewlehiya me de dimîne."

Ne tenê malên parastinê ye

Hiweyda Mihemed da zanîn ku Malên Parastinê ne tenê bi parastinê re sînordar dimînin û wiha qala aliyên wan ên din kir: "Hedefa yekem parastina jinan ji tundî û kuştinê ye, ya din ew e ku ji nû ve werin perwerdekirin û bikaribin pirsgirêkên dijîn analîz bikin û hin bûyeran derbas bikin. Armanc avakirina jineke zana û têgihîştî ye. Di hundirê malê de, sîstema perwerdeyê hatiye rûniştandin, her saetê xebat heye. Piştî taştê spor tê kirin, ji bo jinên ku xwendin û nivîsandinê nizanin, ji wan re mamosteyên zimanê Kurdî û Erebî hatine erkdarkirin. Piştgiriya derûnî û çalakiyên entertainment tên organîzekirin, saetek ji bo xwendina pirtûkan hatiye veqetandin. Her wiha ji bo pêşxistina hunerên pîşeyî jî perwerdeya karên destan, tê dayin. Armanca me perwerdeya bîrdozî û pêşxistina hunerên pîşeyî ye. Ne ku em malên parastinê veguherînin zindaneke din ji jinan re. Armanca me ew e ku jinên di malên parastinê de, bi awayekî nû careke din tevlî civakê bibin."

Piştî radestkirinê sûcekî qetilkirinê rû da

Hiweyda Mihemed bûyera qetilkirina jineke li Dirbêsiyê bi bîr xist û wiha behsa wê dozê kir: "Beriya mehekê, doza jineke ji navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê hat ber destên mala jin, ji bo parastina wê jî me wê di Mala Parastinê ya demkî de bi cih kir. Em tenê aliyê parastinê ne lê komîteya lihevhatinê, mala jin, Kongra Star û Rêxistina Sara pêwendî û têkiliyan ji bo çareseriya vê dozê ava kirin. Malbat û eşîr bi xwe, bi hinceta ji bo xwedîkirina zarokan daxwaza keça xwe kirin lê piştî ku peyman bi wan hat nivîsandin ku wê destdirêjiyê li vê jinê nekin û bi rizaya jinê, ew radestî malbatê kirin. Lê mixabin, piştî ku jin tê radestkirin bi çend saetan ji aliyê mêrê ku pêre zewicî bû ve, tê qetilkirin. Bûyereke giran bû, em xwe berpirsiyarên qetilkirina vê jinê dibînin."

Tedbîr avakirina komîteya şopandinê ye

Hiweyda Mihemed behsa tedbîrên piştî qetilkirina wê jinê girtin kir: "Ji bo ku careke din bûyerek wiha neqewime, me biryarek wisa girt ku heta em ji %100 teqez nekin xeter nîn e, em ê tu jinê radestî malbatê nekin. Ger em bizanibin ji % 1 xeterî li ser jiyana jinan heye, em heta dawî jî wê li cem xwe dihêlin û radestî malbatê nakin. Wekî tedbîr komîteya şopandinê ji rêxistin û tevgerên jinan, ji bo şopandina dozên wiha hat avakirin. Dema komîte teqeziyê li ser nebûna xeteriyê bike, wê demê em ê jinan radestî malbatên wan bikin."

Hiweyda Mihemed got ku Malên Parastinê alternatîf in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hewl didin bibin xwedî planên stratejîk da ku em bikaribin bêtir tundiya jin pê re rû bi rû dimînin, bi pêwendiyeke hîn xurtir kêmtir bikin û mekanîzmayên çareseriyê berfirehtir bikin."