Malbatên şehîdan: Em li pişt hêzên xwe ne
Li ser geşedanên dawî yên ku li herêmê bi lez rû didin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan gotin divê piştgiriya hêzên xwe YPJ/QSD’ê bikin da ku di Sûriya nû de cih bigrin.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Sûriye qadeke wisa ye ku di Rojhilata Navîn de ji 27’ê Mijdarê ve bi lez û bez di nav bûyeran re derbas dibe. Piştî komên cîhadîst ê HTŞ’ê Heleb û qadên berfireh ji Sûriyê girtin, dewleta Tirk a dagirker jî çav berî Sûriyê da ku erdîngariyên nû ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Li vir rastî berxwedana şervanên YPJ/QSD’ê ya bê hempa tê.
Têkildarî girîngiya piştgiriya hêzên parastinê û neketina xefka planên hêzên derve, her wiha da ku ew bikaribin di Sûriya nû de cih bigrin, malbatên şehîdan yên bajarê Til Temirê Kantona Cizîrê nêrînên xwe parve kirin.
'Li dijî mezhebperestiyê projeya demokrasiyê hat pêşxistin'
Sena Hemûd ku hevjîna şehîdek e, di destpêka axaftina xwe de got ku li Sûriyê bûyerên ecêb hatine serê wan ku gel bi giştî matmayî dihêle û wiha dom kir: “Di nav vê krîzê de Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê dikarîbûn vê rewşê kontrol bikin û li dijî mezhebperestiyê projeyek demokratîk bipêş bixe. Ya pêşengtî kir jin bû û armanc azadî û demokrasî bû. Îro hêzên me yên parastinê ne bi tenê ne, ew di xetên agir em jî di komînan de hewl didin vê axa bi xwîna hevjîn û ciwanên me hatiye avdan, biparêzin. Ji lewra em baş dizanin ku armanca destwerdana hêzên derve di serî de dewleta Tirk, ji bo herêma me bi çi niyetê ye."
'Em bi YPJ’ê hene'
Sena Hemûd got ku azadî û jiyaneke azad di lîsteya herî destpêkê ya projeya wan de ye û wiha pêl da gotina xwe: “Em li dijî kiryarên rejîma Sûrî ne û bi taybetî jî bûyerên ku îro jin pê re rûbirû tên em bi tundî şermezar dikin. Azadî û jiyaneke azad û bûyîna yên xwe, ev ji armancên têkoşîna me ne. Li ku dibin bila bibin û di kîjan wextê de be, ya girîng em ji wan re bibin palpişt, ji ber ku ev hêz ji bo me şer dikin û di oxira vê axê de canê xwe ji dest didin. Ji lewra îro çavkaniya me ya hêz, ewlehî û derûniyeke aram YPJ ye. Gava em wan dibînin em hîs dikin ku hîn aramî heye, ji bo wê jî îro em ji YPJ’ê hêz digirin û YPJ jî ji me hêz digre."
'Hêza herî xurt îro li ser erdê em in'
Terfa Fewaz ku xwûşka sê şehîdan e jî da zanîn ku ew di pêvajoyeke herî girîng de ne ku pêwîstiya wê bi piştgirî û hevgirtineke gelemperî heye. Terfa wiha dirêjî da gotina xwe: “Dewleta Tirk dewleteke dûrî mirovahiyê ye û nizane ku mirovahî çi ye. Ev di hovîtiya wî ya li dijî gelan de zelal dibe. Ji bo wê îro ne em bêyî YPJ’ê û ne jî ew bêyî me dikarin. Ancax em bi hev re bikaribin vê pêvajoyê bi xisarên herî kêm derbas bikin. Em rewşa gel û jinên Heleb, Şehba û Şamê ji bîr nekin, pêwîstiyên wan îro bi me hene û divê em li her kesek li têkoşîna ji bo hebûna xwe dimeşîne, xwedî derkevin. Rejîmê gel di nav pencên êrîşan de hişt û çû, gel bê parastin hişt. Ji bo ku em heman senaryoyê derbas nekin, divê em hêzên xwe yên leşkerî bihêz bikin. Hêza herî xurt li ser vê axê jî em in. Bi hêza xwe ya parastinê YPJ/QSD’ê û projeya xwe ya demokratîk.”
'Ji bo di Sûriya nû de cih bigrin divê em li hember êrîşên qirkirinê şer bikin'
Terfa Fewaz girîngiya ku Kurd di pêvajoya çareseriya siyasî ya nû de cih bigrin anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê di Sûriya nû de Kurd bi awayekî çalak cih bigrin. Lê di vir de pêwîstî heye ku li hember êrîş û xeteriyên niha li ser herêmên me hene, em bajarên xwe biparêzin. Ji ber ev pêvajoya hebûn û nebûnê ye, em hewl bidin ku destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin biparêzin. Heta dawî divê em yek bi yek YPJ/YPG û QSD’ê bihêz bikin."