Malbatên dîlgirtiyên şer: Baweriya me bi pîvanên HTŞ’ê tuneye

Dayîk û hevjînên şervanên li gel çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê dîlgirtî ne, helwesta xwe ya li dijî neberdana dîlgirtiyan anîn ziman û gotin “Dîlgirtî di her şerî de çêdibin, lê mirov nikare bawerî bide pîvan û nêzikatiyên çeteyên HTŞ’ê.”

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê- Çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê di 6’ê Çileyê de û bi erêkirina hêzên navdewletî, êrîşeke berfireh li hember Rojava dan destpêkirin ku şer û pevçûnên giran rû dan. Çeteyên ku li gorî pirensîbên şer tevnagerin, hemû lihevkirinên di navbera hikûmeta Şamê û QSD’ê de binpê kirin û bi hezaran şervan dîl girtin, bi rê û rêbazên hov qetil kirin.

Çeteyên ku kiryarên herî hov li dijî şervan û welatiyên Kurd li Şêxmeqsûd, Dêrhafir, Tebqa, Reqa, Dêrezor, Hesekê û gundewarên Kobanê pêk anîn, di heman demê de hemû bi dîmen jî belge kirin û bi raya giştî û malbatên cangorî û dîlgirtiyan re parve kirin. Girêdayî vê yekê QSD’ê û Şam bi hevre hevpeymanek îmze kirin. Ev demek e dosyaya berdana dîlgirtiyan di rojevê de ye ku heta niha hinek kom bi hev hatine guhertin û hîn jî gelek hene.

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ku bi dehan zarokên wê di destê çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê de dîlgirtî ne, malbatên wan bi riya ajansa me daxwaza bi lezgîn berdana wan kirin û metrisiyên xwe anîn ziman.

‘Rewşa tenduristiya hevjînê min xeter e’

Sebah Xalid Mistiq ku hevjînê wê Ednan Arif Mistiq li bajarê Dêrezorê hat dîlgirtin, diyar kir ku rewşa tenduristiya hevjînê wê ne baş e û wiha got: “Hevjînê min Ednan Arif Mistiq li Dêrezorê hat girtin û niha ew jî li gel dîlgirtiyên din e. Ednan gelek pirsgirêkên xwe yên tendirustî hene ku gurçikek wî kar nake û ya din jî bi pirsgirêk e. Lewma jî şert û mercên girtîgehan rewşa wî girantir dike û em ji bo vê jî gelek bi fikar in.”

Sebah ku dibêje ew nizanê ji zarokên xwe re nebûna bavê wan çawa vebêje, da zanîn ku 6 zarokên wê hene û her roj daxwaza bavê xwe dikin. Sebah hestên xwe wiha anîn ziman: “Emê niha çi ji van zarokan re bêjin û sozên çawa bidin wan? Jixwe me jî weke malbatên din dîmenên wî li ser medyayên civakî dîtin ku ew li gel hevalên xwe hatiye dîlgirtin.”

Sebah Mistiq daxwaza xwe bi van gotinan anî ziman: “Kezeba dayîkan dişewite, hevjîn û zarokên dîlgirtiyan ne baş e. Ne roja wan roj e ne jî şeva wan şev e. Ji bo vê jî daxwaza me tenê ew e ku bilez werin berdan û her kes bighêje malbata xwe. Jixwe hêviyên me di vê mijarê de pir mezin in û çavên me li rê ne.”

‘Em ji bêpîvaniya li hember şervanên xwe ditirsin’

Ranya Mihemed Xelîl ku destnîşan kir kurê wê beriya were dîlgirtin pê re axiviye û winda bûye, wiha behsa rewşa xwe kir: “Kurê min Mihemed Şêx Beha di nava hêza Erka xweparastinê de bû û li bajaroka Mensûra yê Reqayê hat dîlgirtin. Herî dawî bi min re axivî, got ku dora wan hatiye çemberkirin û nikarin derkevin, pişt re çi bû em nizanin. Tenê me ew di nava dîmenên dîlgirtiyan ku li ser medyayên civakî de hatin berdan, dît.”

‘Em di vê cejnê de li benda mizgîniya dîtin û hembêzkirina zarokên xwe ne’

Ranya Xelîl anî ziman ku ew ji hovîtiya çeteyan a li hember şervanên xwe ditirsin û hestên xwe wiha anîn ziman: “Em zarokên xwe dixwazin. Rewşa wan çi ye, gelo çi hatiye serê wan em nizanin. Bi taybet jî ku çeteyên HTŞ’ê her tişt anîn serê şervanan û bi rêbazên herî hov ew îşkence kirin û qetil kirin. Jixwe di demên şer de her tişt dibe, lê ev çete, li gel wan pîvan tuneye û ji wan tê ku her tiştî bikin. Dema em dîmenên kiryar û binpêkirinên wan dibînin, agir bi kezeba me dikeve û em zêdetir li ser zarokên xwe ditirsin. Ji bo vê jî em di vê cejnê de li benda mizgîniya dîtin û hembêzkirina zarokên xwe ne.”