Malbatên dîlgirtiyan: Pêwîstî bi entegrasyonek zagonî û hiqûqî heye
Li Rojavayê Kurdistanê dayîk, xwîşk û mirovên dîlgirtiyan li ser piya ne û daxwaza berdana zarok û mirovên xwe dikin. Malbatên dîlgirtiyan dibêjin: “Pêwîst e entegresyon li ser bingehekê rast yê zagonî û hiqûqî pêk bê.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di 6’ê Çileyê de ji hêla çeteyê cîhadîst yên HTŞ’ê ve êrîşek li ser taxên Şêx Meqsud û Eşrefiyê pêk hat. Ev êrîş ne tenê ji hêla çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê ve pêkhatî bû. Hedef û armanca vê êrîşê ew bû ku gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin. Çeteyên cîhadîst êrîş birin ser Dêr-Hafir, Tebqa û Reqayê jî. Di vî şerê dijwar de zarokên gelê Kurd berxwedanek bêhempa ya hebûnê meşandin. Berxwedanî û têkoşîna wan û yêkgirtina gelê Kurd û hêza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşî li vê qirkirinê girt. Di nava vî şerê dijwar de gelek Kurd tevlî karwana nemiran bûn û gelek kes jî dîl ketin destê çeteyên cîhadîst. Ev ji du mehan zêdetir e ku zêdetirî hezar û 70’yî dîlgirtî di destê çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê de ne. Her çiqas hevpeymanek hatibe çêkirin jî, hê li ser rewşa dîlgirtiyan hevdîtin didomin.
Di derheqê jiyan, ewlehî û tenduristiya dîl girtiyan de malbat gelek bi fikar in û nerihet in, lewra bi rojane çalakî ji bo vê rewşê lidar dixin. Lewra îsal li seranserê Rojavayê Kurdistanê hemû çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo parastina destkeftiyên jinan û daxwaza berdana dîlgirtiyan pêk hatin.
‘Em di van rojên dîrokî de daxwazên berdana dîlgirtiyê xwe dikin’
Xebat Mayîş, xwişka dîlgirtiyê bi navê Ebdulxenî Mayîş e û dibêje ku ev 50 roj in birayê wê dîlgirtî ye. Xebat Mayîş ji ber aqûbeta birayê xwe fikarên xwe anîn ziman. Xebat got ku: “Her kes tiştekî li ser wî dibêje, lê em nizanin ew sax e yan miriye. Em dixwazin her kes daxwaza berdana girtiyan bike. Rewşa wan çawane em nizanin, lê bawer dikim ku ew hem di hêla derûnî, giyanî û jiyanî ve rewşa wê ne başe.
‘Em daxwaza berdana girtiyan dikin’
Xebat tekez kir ku birayê wê nexweş bûye, ji ber dîlgirtina wî dayîka wî jî nexweş ketiye û wiha dewam kir: “Birayê min nexweş e û divê her roj dermanên xwe bistîne, lê em rewşa wî ya niha nizanin. Dayîka min pir xemgîn e û ji dema girtina wî ve nexweş ketiye. Zarokên wî bi hêviya ku ew were berdan dijîn. Em di van rojên dîrokî de daxwaz dikin ku girtiyên me werin berdan.”
’15 sal e jin têkoşînek bê navber dimeşîne’
Çalakvana sivîl Evîn Başo diyar kir ku du pismamên wê hatine girtin û piştrast kir ku di Roja Jinan a Cîhanê de, ew ji meydanên azadiya jinan daxwaza berdana pismamên xwe û hemû hevalên wan dike. Evîn Başo hestên xwe wiha anî ziman:”Em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li hemû jinên kedkar pîroz dikin. Bi rastî me 15 salên tijî têkoşîn û berxwedana jinan li dû xwe hiştin. Her sal di 8’ê Adarê de dîrok û têkoşîn zindî dibe. Destkeftiyên ku di salên dawî de hatine bidestxistin, xewn û xeyala bi milyonan jinan li çar aliyê cîhanê bûn.”
‘8’ê Adara îsal qêrîna ji bo serbestiyê ye’
Evîn destnîşan kir ku sal bi sal destkeftiyên jinan zêde bûne, lê di encamên êrîş, binpêkirin û girtina girtiyan ku îsal qewimîn de, pîrozbahiya 8’ê Adarê veguheriye xwepêşandanekê ji bo daxwaza berdana girtiyan û parastina destkeftiyên şoreşa jinan.
‘Pêwîstî bi entegrasyonek gelerî heye’
Evîn balkişand ser peymana 29’ê Çileyê û got: “Ev peymana ku ji bo entegrasyonê hatiye çêkirin, ger tenê di çarçoveya saziyên sivîl de were bicîhanîn, ji bo ku li Sûriyeyê bibe peymanek rastîn, têr nake. Divê ew peymanek gelêrî be û ji bo ku were bicîhanîn, divê rêvberiya HTŞ’ê girtiyan serbest berde. Peyman bêyî serbestberdana girtiyan nikare derbasdar be.”
Evîn di dawiya axaftina xwede da zanîn ku ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûrê de û ji bo naskirina hêza parastina jinan, jinên Kurd dê pêşengiya têkoşîna avakirina Sûriyeyek Demokratîk bikin.