Malbatên dîlgirtiyan çalakî li darxistin
Şêniyên bajarê Qamişlo û malbatên dîlgirtî ji bo zarokên xwe yên ku di destê çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê de dîl girtîne meşeke girseyî lidar xistin.
Qamişlo – Piştî lihevkirina ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Şam ê de hat îmze kirin şervanên QSD’ê xwe ji Rojavayî Firatî vekişandin sînorên Rojavayê Kurdistanê. Di encamê vê vekişandinê de çeteyên cîhadîst HTŞ’ê êrîş birin li ser şervanên YPG-YPJ ê. Ji roja 6’ê Çileyê ve agahî ji gelek şervanan nayê girtin. Li hember vê yekê bi sedan şêniyên bajarên Qamişlo û malbatên şervanan di meşeke girseyî de daxwaza azadiya şervanên xwe kirin. Meş bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên Qamişlo û malbatên şervanan ji pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner dest pê kir û li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî daxuyaniyek hate dayîn.
‘Emê heya dawiyê jî parastina welat û destkeftiyên şoreşa xwe bikin’
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê malbatên Şervanên QSD’ê yên dîlgirtî Yusif Kûtî axivî û got: “Ji 6’ê Çileyî ve ku çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê û dewleta Tirk ku êrîşên hovane li ser gelên me yên Kurd ên li taxên Şex Meqsûd û Eşrefiyê de pêk hanîn û bi dehan gel û Şervanên me qetil kirin. Piştî wê berê xwe dan Dêr Hafir û Meskenê tevî ku li wir lihevkirin jî hatin kirin ku şervanên me ji wir vekşin lê, bi îxanet û komployekê êrîşî şervanên me kirin. Piştî berxwedaniyeke mezin ya Şervanan çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê şervanên me dîl girtin û şehîd xistin. Bi êrîşên hovane û dîlgirtina şervanên me xwestin ku vîna me bişkînin û me tune bikin. Lê belê gelê Kurd bi yek destî parastina ax û welatê kir. Emê heya dawiyê jî parastina welat û destkeftiyên şoreşa xwe bikin. Em hêvî dikin ku şervanên me yên dîlgirtî werin berdan. Em ê hertim li kolana bin û çalakiyan li dar bixin heta ku şervanên me azad bibin.”