Malbatên Şehîdên Şengalê: Berxwedana Rojava dê serkeftinê bîne

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê destnîşan kir ku li Helebê berxwedanek bêhempa hatiye meşandin û hişyariya “Ger em wek civaka êzidî jî bi rûmeta xwe û serbilindiya xwe liberxwe nedin, dê dijmin dîsa me di qirkirinê re derbas bike” kir.

Şengal- Li Şengalê civaka Êzidî, bi pêşengiya  saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da. Saziya Malbatên Şehîdan, êrîş û komkujiyên ku li ser gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, her wiha gelê Rojavayê Kurdistanê ku di vê pêvajoyê de ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve bi pêş ketine, şermezar kir. Li ser navê saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Xoxê Feqîr daxuyaniyê xwend.

‘Wan berxwedanek bêhempa meşandin’

Xoxê Feqîr di destpêka axaftina xwe de fermandar Ziyad Heleb û hevalên wî ku di berxwedana li Helebê de nemir bûn, bibîr anî û wiha got: “Wan berxwedaniyek bê hempa meşandin û em sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdên xeta azadiyê  re dixwazin. Em wek civaka êzidî berxwedaniya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê silav dikin. Em dema ku wan jin, zarok û gelê xwe yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dibînîn, gelek diêşin. Em heya dawiyê wek jin û civaka êzidî, piştevaniya wan dikin.”

‘Li Rojava berxwedaniya şehîdan dê serkeftinê bîne’

Xoxê destnîşan kir ku berxwedanî serkeftinê tîne û wiha domand: “Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê jî liberxwe dide û ev berxwedan dê bi xwe re serkeftinê bîne. Di vê rojê de gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi hêza xwe rûmeta xwe û rûmeta me hemûyan diparêze.  Berxwedanî rûmet e. Ger em wek civaka êzidî jî bi rûmeta xwe û serbilindiya xwe liberxwe nedin, dê dijmin  dîsa me di qirkirinê û qetlîaman re derbas bike. Em heya dawiyê li pey doza şehîdên xwe ne. Heya ku rih di canê me de hebe, em terka şehîdên xwe nadin, em wek jinên êzidî û civaka êzidî li pey şervanê xwe, YJŞ û YBŞ’ya xwe ne, li pey asayîşa xwe û hêza xwe ne. Em bi wan serfiraz in. Em ê wek civak jî, heya dawiyê ji bo hêza xweparastinê, xwe bikin mertal.”

‘Bila tu kes nebêje ferman li ser me xilas bûne’

Di dawiya daxuyaniyê de Xoxê Feqîr bang li civaka êzidî kir ku li dijî hemû êrîşan xwe perwerde bikin û parastina xwe xurt bikin û wiha got: “Em bang li civaka xwe jî dikin, lazim e civaka me ya êzidî jî xwe perwerde bike, xwe zane bike. Bila tu kes nebêje ferman li ser me xilas bûye. Ger wiha bêjin ewê ferman li ser wan zêdetir bibin. Pêwîst e em li berxwe bidin. Em dûbare sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdên Kurdistanê re dixwazin. Şehîd rûmeta me ne. Şehîd namirin.”

Daxûyanî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” xilas bû.