Malbatên Şehîdan bertek nîşanî durûtî û îxaneta Koalîsyona Navdewletî dan

Malbatên Şehîdan bertek nîşanî durûtiya Koalîsyona Navdewletî dan û pirsa çima Koalîsyona Navdewletî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ku bi navê êlên Ereb êrîş dikin, bêdeng e deyndariya cîhanê ji bo Rojava bi bîr xistin.

SORGUL ŞÊXO  

Til Temir – Di oxira şerê li dijî DAIŞ’ê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) zêdetirî 13 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dan. DAIŞ’a ku di dawî de li Baxoza Dêrazorê li ser sînorê Sûriye-Iraqê têk çû, careke din zindî bûn.

Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşek berfireh ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û cîhadîstên rêveberiya demkî ve, di bin navê êlên Ereb û şaneyên DAIŞ’ê de, hatiye destpêkirin.

Malbatên Şehîdan bertek nîşanî polîtîkaya Koalîsyona Navdewletî dimeşîne dan.

‘Hêzên navneteweyî destek dan êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê’

Dayîka şehîd Bahoz, Jînda Çinar Yûsiv got ku bi hezaran ji zarokên wan ji bo parastina nirxên civakê û axa xwe di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gihîştin asta şehadetê û wiha berdewam kir: “Êrîşên ku herêma me pê re rûbirû ye, pir dijwar in lê ger hêzên navneteweyî destek nedana çeteyan û hikûmeta demkî, wê bajarên ku bi xwîna zarokên me hatibûn rizgarkirin careke din dagir nekirana.”

Îxaneta hêzên navdewletî

Jînda Çinar Yusif îxaneta hêzên navdewletî yên di Koalîsyona Navdewletî de li dijî QSD’ê bi bîr xist û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Hêzên navneteweyî li dijî şervanên ku DAIŞ’ê xilas kirin û piştgirî dan hikûmeta demkî, cîhanê bi tevahî şahidî ji îxaneta wan re kir. Me pişta xwe nedabû koalîsyonê lê qaşo hêzeke garantor e li herêmê, bêhelwestiya wê cihê şermezariyê ye.”

‘Ji hêz û rêveberiya xwe re palpişt in’

Jînda Çinar da xuyakirin ku ew ê heta dawî ji Rêvberiya Xweser û QSD’ê re palpişt bin, destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin û wiha pêl da gotinên xwe: “Em ê li ber xwe bidin çimkî baweriya me bi rêveberî, hêza me û şehîdên ku me spartine vê axê, heye.”

Cîhan deyndarê Rojava ye

Jînda Çinar da zanîn ku cîhan tevahî deyndarê gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê ye û wiha sedema wê bilêv kir: “Cîhan tevahî deyndarê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, zarokên me yên ku wan ji DAIŞ’ê xilas kirin e.”

Wê Şoreşa Rojava li ser piyan bimîne

Jînda Çinar piştgiriya xwe bi hemû biryar û tifaqên ku QSD ji bo çarenûsa herêmê dide nîşan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya me jî gelek şoreşên Kurdan çêbûn, dîsa bi riya îxanetê têk çûn lê wê Şoreşa Rojava li ser piyan bimîne û em bi serkeftinê bawer in.”

Berpirsiyarê yekem ê êrîşan Koalîsyona Navdewletî ye

Nisrîn Selah got ku senaryoya Serêkaniyê îro careke din dubare dibe û berpirsyarê vê yekê polîtîkayên Koalîsyona Navdewletî ye û bal kişand ser durûtiya saziyên mafên mirovan, mafên jin û zarokan û wiha got: “Çima banga mafên mirovan, mafên jin û zarokan dikin? Ew bi xwe bi bêmirovî dihizirin û tevdigerin. Çimkî berjewendiyên wan di ser mafên mirovan de ne. Divê êdî li ser xwîna zarokên me lihevkirinan nekin û em vê napejirînin.”

Koalîsyon baş dizane yên êrîş dikin DAIŞ ne êlên Ereban in

Nisrîn Selah got ku îro yên êrîşan dikin DAIŞ’î ne lê nav û cilê xwe guherandine û got ku Koalîsyona Navdewletî jî vê rastiyê baş dizane û wiha erka ku îro Koalîsyona Navdewletî ji bo wê li herêmê ye bi bîr xist: “Çima hêzên navneteweyî li êrîşên dijmirovî yên li ser herêma me tenê temaşe dikin. Koalîsyona Navdewletî îro ji bo şerê bi DAIŞ’ê re li vir e, baş e lê îro çima li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên di bin navê êlên Ereban de êrîşên hovane pêk tînin, bêdeng?

Koalîsyon her tiştî dizane û ev çeteyên êrîş dikin DAIŞ’iyên ku qaşo îro koalîsyon ji bo şerê bi wan bike, li vir e.”

Şoreş neqediya û Kurd hene

Nisrîn Selah di dawî de peyamek bihêz da û got: “Yên ku dibêjin şoreş bi dawî bûye û Kurd nemane pir şaş in, ji ber Kurd her dem hene û wê berxwedana me jî heta hetayî bidome. Em ji gelê xwe re dibêjin, bi şerê taybet li ser medyaya dîjîtal ji aliyê dijmin ve tê meşandin, neyên xapandin. Pêşiyên me û şehîdên me jî heman tiştî gotin û em jî wê dubare dibêjin: Me kirasê mirinê çirandiye. Ji bo bidestxistina mafên xwe em ê heta dawî têbikoşin.”