Mala rojnamevan Yelda Moeîrî rastî serdegirtinê hat
Hêzên îstîxbarata Pasvanên Şoreşê ya Îranê bi ser mala rojnamevan, çalakvana medyayê û girtiya siyasî ya berê Yelda Moeîrî de girtin û ji bo ku îfade bide, gazî Dadgeha Pîroz a Erdabiliyê kirin.
Navenda Nûçeyan- Îro serê sibê, hêzên îstîxbarata Pasvanên Şoreşê bi ser mala rojnamevan, çalakvana medyayê û girtiya siyasî ya berê Yelda Moeîrî de girtin û ji bo ku îfade bide, gazî Dadgeha Pîroz a Erdabiliyê kirin. Rojnamevan Yelda bêyî ravekirinek zelal hate gazîkirin û di mala wê de lêgerîn hat kirin. Hêzên ewlehiyê hemû amûrên wê yên elektronîkî, tevî laptop, telefona wê ya desta û alavên wê yên dengî, desteser kirin û ji wê stendin.
Fîlmçêker û çalakvana mafên jinan Mujgan Ilanloo nûçe piştrast kir û li ser hesabê xwe yê Instagramê wiha got: "Îro serê sibê saet di 08:00’an de 10 efserên îstîxbarata Pasvanên Şoreşê bi ser mala Yelda Moeîrî de girtin. Dema ku ew di xew de bû, wan mala wê talan kirin, hemû amûrên wê yên elektronîkî, tevî telefona wê ya dest, laptop, kompûtera sermaseyê û hwd., birin û gazî kirin ku teslîmî Dozgeriya Pîroz a Erdabiliyê bibe.”