Mala Jin a Rojava pengava perwerdê da destpêkirin

Mala Jin a Rojava bi armanca pêşxistina asta xebatan di nava saziyan de kampanyaya dewreyên perwerdehiyê da destpêkirin. Beşdarên perwerdeyê dan diyar kirin ku her ferdek Mala Jin wek mala xwe dihesibîne.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Mala Jin a Rojava, bi armanca pêşxistina rola jinan di avakirina civakek demokratîk de û pêkanîna edaleta civakî û wekheviyê di 18’ê Gulanê de kampanyaya perwerdehiyê li ser asta Qamişlo û Hesekê dest pêkir.

Hemle 20 navçe di nav xwe de hedef girt û li wir dest bi perwerdekirina endamên jin ên saziyan hate kirin. Li bajarê Hesekê jî dewreyek perwerdehiyê 4 rojan hate vekirin, ku tê de 62 endamên Mala Jin, saziyên civaka sivîl ên ji navçeyên bajêr, kampa Serêkaniyê û Weşokanî beşdar bûn. Di van perwerdeyan de mijarên wek Rêziknameya Hundirîn a Mala Jin û Kongra Star, Zagona Meclîsa Edaleta Jinê û Zagona Malbatê dê werin dayîn.

Jinên ku beşdarî perwerdeya Mala Jin bûn bi ajansa me re nêrînên xwe derbar perwerdeyê de anîn ziman.

‘Cîhê xwedîderketina li mafê her ferdek civakê ye’

Endama Rêvbera Mala Jin a Bajarê Hesekê Nûra Omer da zanîn ku kampanya perwerdehiyê bi armanca avakirina civakek bi edalet e û wiha pê de çû: “Ev hemle, mehek e li ser asta kantona Cizîrê hatiye despêkirin. Armanca vê perwerdê ew e ku hemû jinên di saziyan de xebat dikin, rêziknameya hundirîn a Mala Jin, Kongra Star û zagona malbatê nas bikin, da ku kar û xebatan baştir bimeşînin. Bi taybet Zagona Malbatê ku berê bi zagona jinê dihat nasîn, ji ber ku her ferdek di civakê de dît ku ev zagon mafê wan diparêze, pêwîstî hat dîtin ku ev bibe Zagona Malbatê. Her kes Mala Jin wek mala xwe dibîne û cihê xwedîderketin û bidestxistina mafê xwe pênase dike.”

‘Jina Suryan maf û rola xwe di mala Eştarot de dît’

Endama Mala Jin ya Eştarût, Katrîn Lolê bal kişand ser girîngiya tevlîbûna perwerdeyê anî ziman û got: Perwerde ji bo pêşxistinê û riya çareserkirina pirsgirêkên civakî ye. Em 5 kes ji mala Eştarot ya Suryanî beşdarî dewreya Perwerdê bûn. Pêwîstiya me bi vê perwerdehiyê hebû, da ku em xwe di warê rêzikname û Zagona Malbatê de xurtir bikin û bibin hêza bersivê ji pirsgirêk û dozên ku tên Mala Eştarot. Nasîna Zagona Malbatê ji bo civakê jî pir girîng e ku her ferdek di civakê de vê zagonê nas bike û li gor wê tevbigere. Jina Suryan maf û rola xwe di vê malê de nas kir û li gor wê dibe bersiv ji dozên ku serdana malê dikin re.”