Makbule Ozer ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê hate kirin

Girtiya nexweş Makbûle Ozer, ji bo rapora ATK’ê ya der barê nikare di girtîgehê de bimîne sewqî Stenbolê hate kirin.

Navenda Nûçeyan- Saziya Tipa Edlî (ATK) mehek berê ji bo girtiya nexweş a 82 salî Makbûle Ozer rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dabû. Piştî bertekên di raya giştî de, ji bo careke din ATK raporê amade bike sewqî Stenbolê hate kirin. Makbule Ozer, bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hatibû girtin.

Ji ewil ji ber rapora ATK’ê ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” hate bedan û cezayê wê ji bo salekê hate taloqkirin. Piştre jî li ser rapora ATK’ê ya “Dikare di girtîgehê de bimîne” hate girtin. Piştî rewşa girtî ya mehekê, ji bo dîsa bê diyarkirina bê ka dikare di girtîgehê de bimîne yan na, Makbule Ozer sewqî ATK’a Stenbolê hate kirin.

Çi bûbû?

Di 24'ê Tîrmeha 2018'an de bi îdiaya "li mala wan endamên rêxistinê heye” bi ser mala Makbule Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer ên li navçeya Artemêtana Wanê dijîn de hate girtin. Di bûyerê de hemû ferdên male hatin binçavkirin. Piştre der barê Makbule Ozer û Hadî Ozer de bi sûcdariya "bi xwestek û zanebûn alîkariya rêxistinê” doz hate vekirin. Di encamê doze de ji bo Makbule û Hadî Ozer 2 sal û 6 meh cezayê hepsê hate dayîn.

Piştî ku ceza girtîgehê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, Makbule û Hadî Ozer di dîroka 9'ê Gulana 2022'an de hatin girtin û şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. Makbule Ozer ku gelek nexweşiyên wê hene û ji sedî 61 astengdar e, piştî rapora ATK'ê ya "nikare di girtîgehê de bimîne" înfaza cezayê xwe salek hate taloqkirin. Makbule Ozer, di dîroka 7’ê Îlona 2022’an de tehliye bû û hevjînê wê Hadî Ozer jî piştî ku cezayê wî bi dawî bû, tehliye bû.

Wergervanê ATK'ê 'erkdarê ewlehiyê' derket

Piştî bidawîbûna taloqbûna înfaza cezayê, ATK'ê vê carê rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" da. Piştî vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Wanê, ji bo çareserkirina nakokiya di navbera ATK'ê ya yekem û duyemîn de, raporek nû xwest. rapor dike. Li ser vê yekê ATK'ê di 3'ê Nîsana 2024'an de careke din rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da û Makbule Ozer di 22'ê Nîsanê de careke din şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.

Di rapora ATK'ê de derket holê kesê ku ji ber Makbule Ozer bi Tirkî nizane wergervaniya zimanê Kurdî kiriye, “erkdarê ewlehiyê” ye.