Maî Sato: Divê aştî bi Tehranê re li ser xirbeyên mafên mirovan neyê avakirin
Maî Sato, raportora taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafên mirovan li Îranê, li ser hesabê xwe yê X derheqê peymana navbera Îran û DYE’de hatiye îmzekirin nivîsek parvekir. Balkîşand li ser şerê Îranê yê navxwede dide meşandin.
Navenda Nûçeyan – Mai Sato, raportora taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafên mirovan li Îranê, ligel hin pisporên serbixwe yên rêxistinê, bi hişyarî pêşwazî li peymana têgihîştinê ya di navbera Dewletên Yekbûyî û Komara Îslamî ya Îranê de kir ku armanca wê bidawîanîna pevçûnên dawî ye, lê li dijî paşguhkirina mafên mirovan di metna peymanê de hişyarî da.
Li gorî pisporan, peymanek ku tenê li ser fikarên ewlehî, nukleerî û jeopolîtîk disekine, di heman demê de daxwazên bi mîlyonan welatiyên Îranî yên ku di salên dawî de ji bo azadî, edalet û guhertinên siyasî bedel dane paşguh dike, dê ji destpêkê ve bi bingehîn xelet be.
Di peymanê de mafê gelê Îranê tune ne
Maî Sato di 19’ê Hezîranê de li ser platforma tora dijîtal ya X bi zimanê Farisî nivîsek weşand. Maî Sato di nivê se de dibêje ku peymana 14 xalî ya di navbera DYE û Komara Îslamî ya Îranê de bi giranî li ser mijarên wekî vekişîna hêzên leşkerî, ewlehiya herêmî, vekirina Tengava Hurmuzê, pabendbûnên nukleerî, rakirina dorpêçan û fona ji nû ve avakirina 300 milyar dolarî disekine; lêbelê, wê destnîşan kir ku mafên mirovan û azadiyên bingehîn ên welatiyên Îranê hema hema bi tevahî tune ne.
Sato tekez kir ku divê rawestandina şer û kêmkirina aloziyên leşkerî bi bidestxistina mafên bingehîn ên gelê Îranê re neyê tevlihevkirin. Li gorî wî, bi mîlyonan Îranî hîn jî bi sînorkirinên siyasî, ewlehî û civakî re rûbirû ne. Bidawîbûna krîzek derve nayê wateya bidawîbûna zordariya navxweyî.
Sato di peyama xwe de wiha dibêje: "Rêya bidestxistina maf û azadiyan ji bo gelê Îranê hîn dest pê nekiriye."
NY: Gelê Îranê ji peyman û pêvajoyên danûstandinan hate dûrxistin
Di daxuyaniyek hevbeş a pisporên serbixwe yên NY de ku li Cenevreyê hate weşandin de tê gotin ku, dema ku razîbûn ji rawestandina şer hate nîşandan, hate tekez kirin ku gelê Îranê hema hema bi tevahî ji pêvajoyên danûstandin û peymanê hate dûrxistin.
Pisporan bi bîr xistin ku di salên dawî de, bi mîlyonan welatiyên Îranî bi rêya xwepêşandan û tevgerên sivîl daxwaza reformên bingehîn, hesabpirsîn û rêzgirtina mafên mirovan kirine. Li gorî wan, divê bêyî ku daxwazên vê beşa berfireh a civakê werin berçavgirtin, tu rêkeftineke siyasî ku bandorê li pêşeroja welêt bike neyê çêkirin.
Di daxuyaniyê tê gotin ku rêkeftineke ku tenê xizmetê ji berjewendiyên stratejîk ên dewletan re dike û mafên gelê Îranê paşguh dike, nikare wekî "peymana aştiyê" were binavkirin.
Di beşek din a raporê de, pisporên NY rewşa mafên mirovan li Îranê nîşan dan. Wan hişyarî da ku her ku pevçûnên leşkerî û aloziyên herêmî zêde dibin, zexta navxweyî jî bi girîngî berfireh bûye.
Li gorî raporê, di mehên dawî de bi hezaran kes hatine binçavkirin; gelek rapor li ser îşkence, windakirinên bi zorê, îtîrafên bi zorê, darizandinên neheq û cezayên dijwar hatine weşandin.
Pispor dibêjin ku ji destpêka şer ve li Îranê herî kêm 156 kes hatine darvekirin û herî kêm 42 kes bi tohmetên têkildarî sîxurî an dozên ewlehiyê re rû bi rû ne.
Zêdebûna zextên aborî û dadwerî
Daxuyaniya NY her wiha bal kişand ser zêdebûna zextên aborî û dadwerî yên li dijî rexnegir û muxalifên hikûmeta Îranê.
Pisporan ragihandin ku herî kêm hezar û 500 kes, di nav de gelek Îraniyên ku li derveyî welêt dijîn, mal û milkê wan hatine cemidandin an jî desteserkirin. Ev yek wekî beşek ji siyaseta zext û cezakirina siyasî hate dîtin û hişyariyek li ser berfirehbûna zextên li ser sînor hate dayîn.
Her wiha hate destnîşankirin ku herî zêde Behayî, Belûç û Kurd di nav komên ku di bin şert û mercên heyî de rastî binçavkirin, darizandin û binpêkirinên mafên mirovan de ne.
Bangên lezgîn ên NY ji bo Îran û navbeynkaran
Maî Sato û pisporên din ên NY bang li dewletên endam û welatên navbeynkar kirin ku danûstandinên pêşerojê wekî derfetek ji bo parastina mafên mirovan bikar bînin.
Tedbîrên lezgîn ên ku têne xwestin ev in:
Rawestandina tavilê û piştrastkirî ya darvekirinan
Serbestberdana hemî kesên bi awayekî keyfî hatine girtin
Eşkerekirina çarenûsa kesên ku bi zorê winda bûne
Rakirina qedexeyên înternetê û dabînkirina gihîştina azad
Garantiyên azadiya derbirînê û çalakiya sivîl
Bersiva kesên berpirsiyarê binpêkirinên mafên mirovan û tazmînat ji bo qurbaniyan
Pisporan her wiha hêviya xwe anîn ziman ku fona ji nû ve avakirinê ya 300 milyar dolarî ya ku di peymanê de tê pêşbînîkirin dê ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana gelê Îranê xizmet bike û ji bo armancên siyasî an ewlehiyê neyê bikar anîn.
Bidawîhatina şer nayê wê wateyê ku tepeserkirin jî bi dawî dibe
Peyama sereke ya raportor û pisporan a NY eşkere ye ku: “Aştiya mayînde tenê wê demê watedar dibe ku mafên mirovan, edalet û rûmeta mirovan di navenda peymanên siyasî de bin.
Tê tekez kirin ku heta ku girtinên keyfî, darvekirinên siyasî, îşkence, windakirinên bi zorê û sînordarkirinên berfireh ên li ser civaka sivîl berdewam bikin, zehmet e ku meriv ji bo gelê Îranê behsa aştiyek rastîn û mayînde bike.
Ev daxuyanî ji derveyê Maî Sato, her wiha Ben Saul, Astrid Puentes Riaño û endamên Koma Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Windakirinên Bi Zorê ve hatiye îmzekirin. Pisporan tekez kirin ku divê civaka navneteweyî di danûstandinên siyasî de maf û daxwazên gelê Îranê ji bo berjewendiyên jeopolîtîk feda neke.