‘Bi xwerêxistinkirinê jin dikarin pêşî li kuştin û tundiyê bigrin’
Li Başûrê Kurdistanê tundiya li dijî jinan her diçe zêde dibe, jin li cihên kar rastî tundiyê tên. Ji ber tundiya ku her derê heye jin dibêjin ku riya pêşîgirtina li tundiyê xwerêxistinkirin û hişyarkirin malbatan e li dijî tundiyê.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Pirsgirêka kuştina jinan bûye, ya herî kûr a civakan li herêmên ku desthilatdarî û pergala mêrsalar lê heye. Li gorî denayên ne fermî di sala 2025’an de li başûrê Kurdistanê zêdetirî 53 jin hatine qetilkirin û daneyên ku ajansa me berhev kirine ev in:
Tenê di meha Çileyê de 8 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û hatin qetilkirin.
* Di 1’ê Sibatê de jinek temenê wê 20 salî gihandin nexweşxaneya beşa lezgîn a Ranyayê lê belê bijîşk diyar kir ku beriya bigihînin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û şopên guleyê li ser bedena wê hebûne.
* Di 2’yê Sibatê de li bajarokê Derbendîxan ê girêdayî bajarê Silêmanî jineke ciwan a 35 salî bi awayekî bi guman li Rûbarê Sîrwan jiyana xwe ji dest da.
Di 3’ê Sibatê de li gundê Tasluce yê sînorê bajarokê Seyîdsadiq ê girêdayî bajarê Silêmanî jineke ciwan ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.
Di 26’ê Sibatê de di li bajarokê Xebat jinek ji ser pira kevin ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Qetilkirina jinan tê veşartin
Bûyerên qetilkirina jinan tên veşartin û weke bûyerên întiharê ser wan tê girtin. Her wiha şewitandina jinan jî dikeve nava çarçoveya kuştina bi navê namûsê. Tundiya li dijî jinan li cihên kar her diçe zêde dibe. Divê jin bi riya xwerêxistinkirinê li dijî tundiyê bisekinin. Her wiha çalakvan ji semîner û panelên girtî derbikevin derve û li tevahî bajar û bajarokên Kurdistanê hewldan ji bo hişyarkirina jin û malbatan bidin.
‘Jin li cihên kar rastî tundiyê tên’
Rojnamevan Sazyan Şehîd Talib diyar kir ku tundî gihîştiye asta kuştinê, daneyên heyî nîşan didin ku ewlehiya jiyana jinan di meterisiyê de ye û got: “Tundiya li dijî jinan sînorê kuştinê derbas kiriye. Daneyên fermî ji aliyên pêwendîdar ve nayên piştrastkirin. Li gorî aghiyên çapemeniyê, kuştina jinan zêde dibe. Kuştina jinan bûye sedema nearamî û bêewlebûna jiyana jinan li herêma Kurdistanê. Jin rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên, li cihên kar rastî tundî û heqaretê tên. Roj bi roj tundiya li dijî jinan zêde dibe.”
‘Jin ji bo ji kar neyên derxistin li dijî tundiyê bêdeng dimînin’
Sazyan Şehîd Talib di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin li cihên kar ji ber windakirina kar, li hemberî tundiyê bêdengiyê hildibjêrin. Lê belê divê jin hişyar bin, da ku di dema rûdana her tundiyê de dengê xwe derbixin. Bi lezgîn aliyên pêwendîdar der barê tundiyê de agahdar bikin. Piştre bi riya zagonê pirsgirêkên cihên kar çareser bikin. Divê em jin di hilbijartina cih û kesan de hişyar bin.”
‘Ji bo hişyarkirina kes pêwistiya me bi rêxistinkirinê heye’
Nivîskar Avesta Fayîq da zanîn ku daneyên tundiyê her diçe zêde dibin, asta rewşenbîrî ya kesan li gorî cihan tê guhertin û got: “Hedefgirtina jinan dûrî mirovahiyê ye. Çalakî tenê di çarçoveya semîner, panel û kombûnan de ji bo rêgirîkirina kuştina jinan dimîne. Divê ev çalakî derbikeve derve û hemû malbat werin hişyarkirin. Divê asta hişyariya jinan niha gelek zêde be. Sedemên tundiyê qebûl nekin. Tu sedema kuştinan nîn e. Her wiha jinên me yên Rojavayê Kurdistanê, xebatên jinên Kurd didin meşandin. Bilindkirina asta hişyariya jinan hêza berxwedana jinan di asta bilind de nîşan bidin. Li Rojavayê Kurdistanê rola jinan a diyar di rêvebirin û xebatên çekdarî de heye. Ji bo parastina xwe û xaka xwe her dem têdikoşin. Ev sembola bedewî ya jinan ji bo Kurdan şanazî ye. Her wiha bandora Tirk, Fars, Ereb li parçeyên din ên Kurdistanê bandoreke tund li ser kes kiriye û ev jî bûye sedema avabûna cudahiya di nava jin û mêran de.”
‘Divê hemû kes werin hişyarkirin’
Avesta Fayîq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo bilindkirina asta rewşenbîrî di qada perwerdeyê de divê asta rewşenbîriya nifşên pêşerojê bilind bikin. Divê ji çalakiyên girtî derbikevin derve û biçin nava malbatan, bajar û bajarokên Kurdistanê û bikaribin jin û malbatan ji bo mafên wan hişyar bikin. Bi riya zagonê tundiyê lawaz bikin.”