Mafê telefonê ya girtiya siyasî Sakîne Pervane tê astengkirin
Girtiya siyasî ya Kurd Sakîne Pervane ku li girtîgeha Evîn tê girtin ev nêzî 7 mehe mafê wê yê hevdîtina bi telefonê li gel malbata wê tê qedexekirin.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya Kurd Sakîne Pervane ku li girtîgeha Evîn a Tahranê tê girtin, ji tebaxa 2024’an heta niha ji mafê xwe yê hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re bê parê tê hêlan. Hemû hewldanên Sakîne Pervane ji bo hevdîtinê bê encam mane.
Sakîne Pervane, ji ber endamên malbata wê li bajarê Goçan dijîn, bi temenîn û nikarin mesafeya rêya dûr biçin, ev bi mehane bi malbata xwe re hevdîtin nekiriye.
Sakîne Pervane kî ye?
Sakîne Pervane di nîsana 2023’an de li Goçanê ji ber serdana gora Alî Muzafferî ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest dabû kiribû hate girtin. Ew birin navenda binçavkirinê a Teşkîlata Îstixbarata Muhafizên Şoreşa Îslamê. Piştî 12 rojan li vê derê hate girtin sewqî girtîgeha Vekilabad ya li Meşhed hate kirin.
Di cotmeha 2023’an de Şaxa 1’em a Dadgeha Şoreşê ya Meşhed ji ber sûcê ‘li dijî ewlehiya welat kombûye û hevkarî kiriye’ 6 sal cezayê girtîgehê, ji ber sûcê ‘li dijî komara Îslama Îranê propaganda kiriye’ 1 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Dosyaya wê ji aliyê Dadageha Temyîzê ve hate erêkirin. Biryar hat dayîn ku li gora madeya 134’an ya qanûna cezayê Îslamê, ku 6 sal cezayê girtîgehê cezayê herî girane lê were birîn.
Sakîne Pervane di 3’ê nîsana 2024’an de ji girtîgeha Vekilabad ya Meşhed sewqî girtîgeha Evînê hate kirin.