Macîde Hesûn: Li Sûriyê tundiyeke metirsîdar tê meşandin

Seroka Desteya Jin ya kantona Firatê Macîde Hesûn a got “Rêjeya tundiyê li Sûriyê ketiye rewşeke xeternak”, jinên Sûriyê vexwendin têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Piştî ku HTŞ’ê ya cîhadîst desthilatdarî û meşandina hişmendiya mêr-dewlet dewr ji Rêjîma Baas girt, rêjeya tundiya li hember jinan li Sûriyê zêdetir bû.

Ev nêzî salekê ye ku çeteyên HTŞ’ê yên cîhadîst bi kiryarên cuda hewil didin ku pergaleke cîhadî yê xwe dispêre olperestiyê li Sûriyê bidin meşandin. Ev hişmendî û nêzikatiya ku xwe dide der yekser bandora xwe li ser jinan dide teysandin ku bi vê yekê re îsal li Sûriyê tundî bi rêjeyeke balkêş zêdetir bûye.

Bi wesîleya Roja Cîhanî A Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jin, seroka Desteya Jin ya kantona Firatê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Macîde Hesûn rewşa jinan nirxand û jin vexwend bilindkirina têkoşîn û isyanê. 

Macîde Hesûn ku Mijdar bi meha têkoşîna li dijî qirkirin û tundiyê pênase kir, wiha got: “Em di meha têkoşîna û bilindkirina berxwedana jinan ya li dijî tundî, qirkirin û tunekirina jinan de ne, bi vê wesîleyê jî em hersê xwîşkên Mirabel bibîr tînin ku di vî warî de ji bo jinan mîrateyeke mezin hiştin.”

‘Hişmendiya Rêveberiya Sûriyê pêşeroja jinan pênase dike’

Macîde Hesûn ku bi taybet rewşa jinên Sûriyê girt dest, çavdêriyên xwe yên di vî warî wiha parve kir: “Ger em îroj rewşa Sûriyê, veguhertina rêveberiya wê û halê jinan di nav de bigirin dest, emê bighêjin heman encamê. Di destpêka ku rêveberiya Sûriyê hat guhertin de, yekser nêzikatî û redkirina jinan xwe da der ku vê xalê pêşeroja li benda jinan ji me re zelal kir. Ev helwest rê li ber belavbûn û zêdebûna pêkhatina hemû cureyên tundiyê li Sûriyê vekir.”

‘Li dijî cureyên tundiyê çarserî pêwîst dikin’

Macîde di domandina nirxandina xwe de bal kişand ser pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî. Macîde ku got; “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî ku palpişt, rêxistin, qanûn û gelek rêbazên parastina jinan ji tundiyê hene jî, dîsa jî em dibînin ku jin tundiyê jiyan dikin”, wiha dewam kir: “Raste tundî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta astekê tê meşandin û jiyankirin, lê li beramberî wê jî çareserî heye û saziyên ku xwedî li jinan û zarokan derkevin hene.”

‘Parastina jinan, parastin û pêşxistina civakê ye jî’

 Macîde Hesûn teqez dike ku parastina jinan tê wateya parastina zarokan û hemû civaka Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe: “Li Sûriyê rewş berovajî ye. Hikumeta demkî bi helwest û hişmendiya xwe tundiyê rewa dike û heta bi gelek rêbazan rê li pêşiya wê vedike. Di welatekî de ku çarenûsa jinan were paşguh kirin û neyê misoger kirin, em nikarin behsa parastina jinan ji tundiyê bikin. Ji bo vê jî heta li Sûriyê bi rengekî qanûnî û hiqûqî, bi taybet jî ji aliyê destûrî ve mafê jinan neyê parastin em nikarin behsa pêşerojê bikin. Ger jin werin parastin dê zarok, pêkhate û civaka Sûriyê jî were parastin û mafê wan were garantî kirin.”

‘Di Sûriyê de formuleyên bi nakok û metirsîdar hene’

Macîde Hesûn ku dirêjî da nirxandin xwe, bi hîn pirsan axaftina xwe dewam kir: “Kesayeteke weke Ehmed El-Şari ku dîroka wî tê naskirin wê çawa jiyaneke bi ewele û rûmet ji bo jinan misoger bike? A niha di Sûriyê de hewildan ew e ku careke din jin di bin siya perdeya reş de bijîn û jiyana wan tarî bibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan xwe ji perdeya reş rizgar kirin û di Sûriyê de jî careke din jin ber bi vê tartîtiyê de tên şandin. Ev formuleyeke bi nakok e ku pêwîst li ser şirûvekirin û sekinandin were kirin.”

‘Qatilên jinan wê çawa wan biparêzin’

Macîde şopandina xwe ji rewşa jinên Sûriyê û bilindbûna rêjeya tundiyê bi van gotinan anî ziman: “Em rewşa jinan ji destpêka salê de bi rengekî metirsîdar dişopînin û mixabin ku tundî gihîştiye asteke bê sînor. Her roj jin tên revandin, işkencekirin, qetilkirin û tecawizkirin, gelo dê kî hesabê vê yekê bide û lêpirsîn bike. Gelo kesên ku pêşengên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirin û niha di hikumeta veguhêz de xwedî erkên bilind in, dê van jinan biparêzin?

‘Divê 25’ê Mijdarê bibe wesîleya têkoşîna hevbeş’

Seroka Desteya Jin Macîde Hesûn nirxandina bi bangwaziya hevgirtin û bilindkirina asta têkoşînê bi dawî kir: “25’ê Mijdarê ji bo me wesîleyeke ku em hemû jinên Sûriyê vexwînin têkoşîn û hevgirtina yekpar e. Divê jinên Sûriyê li dijî hişmendiya cîhadîst, pergala mêr-dewlet û qirkirina jinan dengê xwe bilind bikin û bêjin êdî bese. Bê gûman ev bangewaziya min ji bo tevahî jinan e jî, divê em li gel hev li dijî hişmendiya mêr-dewlet ya tunekar têbikoşin.”