Losnak Kavoriyan: Hevgirtina jinan dê planên komkujiyan têk bibe
Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermen Losnak Kavoriyan anî ziman ku pêvajoya Sûriye tê re derbas dibe hewceyî hevgirtina jinên ciwan e û got ku jin dikarin bi hevgirtin û têkoşîna xwe pêşî li komkujiyan bigirin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Ji 6'ê Adarê ve ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve li herêmên peravê li ser gelê Elewî, bi hinceta "Bermahiyên Rêjîma berê ne" komkujiyên dijmirovî pêk tên. Di encamê de ji hezarî zêdetir kes hatin kuştin. Têkildarî mijarê, Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermen Losnak Kavoriyan ji ajansa me re axivî.
‘Duh Ermenan qir kirin îro jî Elewiyan‘
Losnak Kavoriyan diyar kir ku bi destê HTŞ’ê dîroka komkujiyan li Sûriyeyê zindî ye û wiha got: “Komkujiya ku li Perava Sûriyeyê pêk tê, komkujiya 1915’an tîne bîra me ku çawa desthilatdariya Osmanî bi hezaran zarok, jin û ciwan qetil kir. Îro jî ev komkujî bi destê neviyên wan dewam dike . Sîstema Netew dewlet xwe li ser komkujiyan û xwîn rijandinê ava dike, hemû pêkhate para xwe ji van komkujiyan girtine û jiyan kirine. Wekî komkujiya 1915’an, Fermana Şengalê, komkujiya li ser Aşûriyan a di sala 2015’an de ku bi riya çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn û îro jî em dibînin dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve êrîş û komkujiyan li serê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û li aliyek din jî bi riya HTŞ’ê Elewiyan qir dike.”
‘Sûriye heya vê kêliyê ji komkujiyan rizgar nebûye’
Losnak anî ziman ku pêvajoya Sûriye tê de derbas dibe ne pêvajoyek nûbûnê ye û wiha got: “Di demeke ku tê gotin Sûriyeke nû were avakirin de, komkujî zindî ye. Sûriye heta îro ji komkujiyan nehatiye rizgarkirin. Ev jî tê wateya ku hikûmeta nû sîstemeke demokratîk nameşîne û qebûl nake. Çi ferq di navbera sîstema Baasê û sîstema Sûc ya ku îro Sûriyeyê birêve dibe de heye? Îslama siyasî ku îro hikûmeta Şamê pêk tîne, Sûriyeyê ber bi xeteriyê ve dibe. Sedema pêkanîna komkujiyên dijmirovî û ne ehlaqî ye . Lewma pêwîst e bi rengekî lezgîn rêxistinên mafên mirovan bi erkê xwe rabin û rê li ber komkujiyên dijmirovî bigirin.”
‘Hevgertina jinan dê rê li ber dubarekirina komkujiyan bigre’
Losnak di dewama axaftina xwe de got ku ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya li Perava Sûriyeyê pêk tê û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan şermezar dikin û wiha pê de çû: “Li perava Sûriyeyê komkujî û siyaseta birçîkirinê tê meşandin. Ev jî sûcek ne ehlaqî ye û pêwîst e bêdengî were şikandin û xwedî li xelkên peravê derkevin. Gerek em wekî jinên ciwan hevgirtina xwe xurt bikin û li derdora Sûriyeyê bibin xelek, da ku em komkujiyan bisekinînin û rê nedin carek din dîroka komkujiyan dubare bibe û gel were qirkirin. Ji ber ku siyaseta qirkirina gelan dewam dike.”
‘Destûr hebûn û mafên gelê Ermen naparêze ‘
Losnak banga bilindkirina asta tekoşînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Destûra ku hat ragihandin em bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku mafên me wekî jinên ciwan yên Ermen nehatine parastin û carek din dixwazin mêjî û çanda Ermenan tune bikin. Lê em jî vê destûrê esas nabînin û li hemberî wê emê asta tekoşîn û rêxistinbûna xwe berfirehtir bikin.”