‘Lorîn keleha parastina zimanê Kurdî ye’

Di panela 3’yemîn salvegera damezrandina “Navenda Arşîv û Pirtûkxaneya Jina Kurd” a li Silêmaniyê de, beşdaran diyar kirin ku lorîn bingeha hestên dayîktiyê û keleha parastina zimanê Kurdî ye.

Silêmanî – Bi boneya 3’yemîn salvegera damezrandina “Navenda Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jina Kurd”, bi amadebûna hejmareke mezin ji jinan, panelek bi navê “Hişmendiya Kurdî di Lorîkan de” hat lidarxistin.

‘Lorîk bingeha hestên dayîktiyê ne’

Lêkolînera çandê Nuxşe Ebdul di panelê de axivî û diyar kir ku ji aliyê dîrokî ve lorîn ji bo avakirina hestên dayîktiyê yên beramberî zarokan hatine gotin. Her wiha bal kişand ser gotineke Cewer Şêx Hisên Berzencî ku dibêje: “Em nizanin eslê lorîkan ji ku tê, ji ber ku ji roja mirovahî çêbûye, hest û daxwazên dayîkan jî hebûne”. Nuxşeyê wekî mînak çend helbestên lorîkan gotin: “Lorî lorî, zaroka min a qenc, çavreşa min a birûbexş, dema ez li te difikirim dilê min bi evînê tije debe, bi aramî û bêdengî razê lorî zaroka min a baş.”

Lorîk keleha parastina zimanê Kurdî ne

Akademîsyen Taban Mihemed anî ziman ku dayîka Kurd bi rêya lorîkan zimanê xwe gihandiye nifşên nû. Wê destnîşan kir ku lorîkên kurdî neynika dîrokê ne û şopên serdemên koçberiyê, şerên eşîran, şoreşên neteweyî û karesatên wekî Enfal û kîmyabarana Helebceyê tê de tên dîtin.

Avakarê kesayetî û ewlehiya zarokan

Çalakvana mafên mirovan û jîngehê Ferîde Yezdanpena da zanîn ku lorîk di destpêka jiyana zarokan de ji bo avakirina hestê aramî û baweriyê xwedî roleke girîng in. Ferîde wiha pê de çû: “Têkiliya dayîk û zarok beriya jidayîkbûnê dest pê dike. Zarok hîn beriya fêrbûna ziman, bi rêya deng û muzîka dayîka xwe fêrî pêwendiya ligel cîhanê dibe. Ev yek bandorê li ser hestê hezkirin, nirx û nasnameya zarok dike.”

Derbîrîna êş û azarên jinê

Profesor Şêrîn Hisên diyar kir ku “Lorîk” û “Hore” du şêwazên cihê ne ku her du jî ji aliyê jinan ve tên gotin. Şêrîn wiha axivî: “Ji ber pergala baviksalarî jinan nedikarîn xemên nav dilê xwe birjînin, lewma bi rêya lorîkan xwe aram dikirin û ev yek bandoreke erênî li derûniya wan dikir. Dayîkan bi rêya van helbestan, êş û bindestiya Kurdan jî anîne ziman.”

Rêzgirtina li rêbaza Nagîhan Akarsel

Çalakvan Şînê Mihemed salvegera pirtûkxaneyê pîroz kir û wiha got: “Sê sal berê ‘Navenda Arşîv û Lêkolînê ya Jina Kurd’ li ser ramanên şehîd Nagîhan Akarsel hat avakirin. Di her şîn û şahiyan de dayîkan xemên xwe bi lorîk û lawijan dianîn ziman. Erka me ye ku em bi çalakiyên wekî vê panelê, vê çandê zindî bihêlin û bigihînin nifşên pêşerojê.”

Panel, bi pîrozkirina salvegera navendê û birîna pasta bi dawî bû.