Lîstikvanên jin ên Îranî piştgirî didin xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê
Du lîstikvanên jin ên Îranî, li dijî qetilkirin û girtina xwepêşandêran a li Îranê xwe ji Festîvala Fîlman a Fecir vekişandin.
Navenda Nûçeyan- Piştgiriya ji bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û nerazîbûna li dijî qetilkirin û girtina xwepêşanderan didome. Bi taybetî li qada hunerê di asteke diyar de xwedîderketinek li xwepêşandan û xwepêşandêran heye.
2 lîstikvanên jin ên Îranê yên binavê Huda Zeyn Abdîn û Sara Esedullahî li ser rûpela xwe ya medya dijîtal ragihandin ku xwe ji Festîvala Fîlman a Fecr vekişandine ku ji aliyê rejîma Îranê ve tê lidarxistin.
‘Atmosfera xemgîn a heyî ji bo pîrozbahiyê ne guncawe’
Huda Zeyn Abdîn li ser rûpela xwe ya înstagramê peyamek belav kir û got: “Ev biryar rêzgirtineke ji bo malbat û dayikên xemgîn ên ku li benda vegera zarokên xwe ne ye. Atmosfera xemgîn a heyî ji bo pîrozbahiyê ne guncawe. Ez hêviya rojên baştir dikim.”
‘Ez ne alîgirê gel im, ez gel bi xwe me’
Derhênera belgefîlman û lîstikvan Sara Esedullahî jî li ser rûpela xwe ya înstagramê peyamek belav kir û got: “Biryara min rêzgirtina li dayikên xemgîn û xwîna ku hatiye rijandin û her wiha li ciwanên ku mezin dibine. Ez ne alîgirê gel im, ez gel bi xwe me.”