Lijneya Piştevaniyê Jinên Sûriyeyê ji bo Suweydayê bang kir
Lijneya Piştevaniyê Jinên Sûriyeyê, ji bo rewşa mirovî ya ji 13’ê Tîrmehê vir ve li Suweydayê girantir dibe bang li saziyên neteweyî û navneteweyî kir û got: "Berî ku Başûrê Sûriyeyê tûne bibe, bikevin nava tevgere.”

Navenda Nûçeyan – Qeyrana mirovî ya li bajarê Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê tê jiyîn, roj bi roj kûrtir dibe. Bi zêdebûna pevçûnan ya ji 13’ê Tîrmehê ve vir, bi deh hezaran sivîl neçar man ji malên xwe derkevin û hilweşandina xizmetên bingehîn jî li herêmên bû sedema qeyrana mirovî. Li bajarê ku xwegihandina elektrîk, av, xurek, alîkariya tibî û xizmetên danûstanê bi tevahî qutbûye, bi taybetî jin û zarokan sivîlan di nava xetereyek mezin de ne. Lijneya Piştevaniyê Jinên Sûriyeyê, bang li civaka navneteweyî û rêveberiya demkî kir û daxwaza dawîanîna şer û bi awayekî ewlehî gihandina alîkariya mirovî kir.
Lijneya Piştevaniyê Jinên Sûriyeyê, di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Di çarçoveya baweriya me ya bi rola jinan a di avakirina aştiyê de û berpirsiyariya me ya parastina jin, mêr û zarok ên ji Sûriyeyê ya ji bandorên şerê çekdarî de, wek em Lijneya Piştevaniyê Jinên Sûriyeyê, di çarçoveya rêgezên qanûna mirovî ya navneteweyî de têkildarî rewşa mirovî ji 13’ê Tîrmehê vir ve li bajara Suweydayê û gundewarên wê roj bi roj girantir dibe, bangekî lezgin dikin.
Li gorî raporên dawî yên NY’ê, di rojên dawî de li Suweydayê bi deh hezaran sivîl ji cih û warên xwe bûn. Tenê di nava rojekî de zêdetirê 20 hezar kes neçar man ji malên xwe derkevin. Li bajarê ku xwegihandina elektrîk, av, xurek, alîkariya tibî û xizmetên danûstanê bi tevahî qutbûye, kêmbûna veguhastin û sotemeniyê bi awayekî zêde xizmetên tehliye û alîkariya lezgîn asteng dike.
Li gorî raporên ji qadê tên û înisiyatîfên sivîl ên herêmî, piraniya nexweşxane û navendên tenduristiyê ya li Suweydayê kêmasiyên cidî yên derman û pêdiviyên malzemeya tibî tên jiyîn. Xwegihandina çavkaniyên enerjiyê yên bingehîn ên ji bo xebitandina cîhazên xwedî girîngiya jiyanî sînordar e û rewşa ewlehiyê jî roj bi roj xirabtir dibe.
Di çarçoveyê de em wek Lijneya Piştevaniyê Jinên Sûriyeyê, bang li rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û hemû saziyên fermî yên eleqeder dikin ku van gavên lezgîn bavêjin:
“* Demildest hemû dijminatiyên li bajara Suweydayê û gundewarên wê bêdawîkirin; bi vî awayî astengkirina rijandina xwîna zêdetir a gelê Sûriyeyê û pêşîgirtina xirabûna rewşa mirovî.
* Parastina hemû sivîlan ya ji hedefgirtinê; zarok, jin, kal û pîr û civakên Durzî, Xiristiyan û Sunnî yên li parêzgehê jî di nav de ji hemû kesan bêyî cudakariyê mîsogerkirina ewlehiyê.
* Ji bo gihandina alîkariyên mirovî, tibî û xûrekê ya ji bo navenda bajêr û deverên gundewarî yên Suweydayê, bi koordîneya Wezareta Birêvebirina Rewşên Awarte û Karesatan û bi hevkariya rêxistinên mirovî yên neteweyî û navneteweyî, vekirina korîdorekî mirovî ya ewle.
* Demildest hêsankirina xwegihandina ava vexwarinê ya xwedî girîngiya jiyanî û xizmetên danûsandinê; bivî awayî gel dikare bi xwe piştgiriyê bide hewildanên alîkariyê.
* Parastina sivîlên jin û mêr ên di herêmên pevçûnê de hatine revandin, girtin an jî tevgerkirina wan hatine sînordarkirin; misogerkirina ewlehiya wan a li dijî tolhildan an jî cudakiriyê.
* Misogerkirina xwegihandina herêmê ya dezgehên ragihandinê yên herêmî û navneteweyî yên serbixwe; bi vî awayî belgekirina rewşa mirovî ya tê jiyîn, gihandina dengê gel ya ji bo raya giştî ya cîhanê û parastina şefafî û rêbezên berpirsyartiyê ya navneteweyî.
* Divê bi awayekî demil dest û biryardarî ji kes an jî avahiyên gotinên nefret û nefreta mezhebî kûrtir dikin hesab bê xwestin; divê ji bo lêkolînkirina giliyên têkildarî van binpêkirinan, mekanîzmeyek şefaf û serbixwe ya lêkolînê bê avakirin.
* Ev bang li ser navê jinên Sûriyeyê yên aydê aîdiyet û paşorejên cuda; li ser navê hemû kesên ku îro di nava zilm, tirs û bêçaretiyê de êş dikişînin, tê kirin. Daxwaza me bihîstina vê dengê û parastina çirûska dawîn ya hêviyê ya li Başûrê Sûriyeyê ya birîndar.
19’ê Tîrmeha 2025-Şam
Lijneya Piştevaniyê Jinên Sûriyeyê”