Lijneya Hilbijartinê ya Kantona Cizîrê hate avakirin

Lijneya Hilbijartinê ya Kantona Cizîrê ku ji gelê Kurd, Ereb, Suryan û Êzidiyan pêk tê, hate hilbijartin. Hate diyar kirin ku di encamê de 5 Kurd, 5 Ereb, 5 Suryan û yek Êzidî wekî endamên lijneyê hatin diyarkirin û ji 16 endamên hatine hilbijartin.

Qamişlo- Piştî erêkirina Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan û avakirina Lijneya Komîseriya Bilind, li kantonan jî lijneyên hilbijartinê tên diyarkirin. Li kantonên Reqa û Dêrazorê duh lijneyên hilbijartinê hatibûn diyarkirin, îro jî Meclisan Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîre ji bo avakirina Lijneya Hilbijartinê ya kantonê civiya.

Di civîna ku li avahiya meclisê ya li Amûdê hat lidarxistin de, kesên ji bo lijneyê hatibûn pêşniyarkirin û ji Kurd, Ereb, Suryan û nûnerên baweriyan pêk tên, yek bi yek xwe dan nasîn.

Li gorî Hevpeymana Civakî pêwîste di avakirina lijneyan de temsîla jin, netew û baweriyan li ber çavan bê girtin.

Ji 16 endaman 9 jê jin in

Di diyarkirina Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê de jî li gorî yasayan tevgerin çêbû û di encamê namzetên 5 Kurd, 5 Ereb, 5 Suryan yek Êzidî wekî endamên lijneyê hatin diyarkirin. Ji 16 endaman 9 jê jin in.

Kesên hatin hilbijartin piştre li pêşiya meclisê sûnd xwarin.

Li gorî Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinê pêwîste Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê ji 22 kesan pêk wêre. Lewma wê 6 kesên din jî werin diyarkirin. Ji 22 kesan jî wê 11 jin, 11 mêr bin.