Lijneya Giştî ya NY’ê Îranê rexne kir

Komîteya sêyem a Lijneya Giştî ya NY’ê, ji ber darvekirinên li Îranê, tepisandina xwepêşandanan û binpêkirina mafên jin û komên etnîkî, pêşnûme biryarek qebûl kir.

Navenda Nûçeyan- Komîteya sêyem a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), pêşnûme biryarek ku binpêkirinên mafên mirovan a Îranê şermezar dike bi piraniya dengan erê kir. Pêşnûme mijarên zêdebûna darvekirinên li Îranê, tepisandina xwepêşandanan û binpêkirinên mafên jin û komên etnîkî rexne dike.  

Pêşnûme biryar 79 dengan qebûl kir, 28 dengan red kir û 63 deng jî bê biryar bûn. Di pêşnûmeya ku ji aliyê Kanadayê ve hat pêşkêşkirin, bal kişand ser darvekirinên bi îfadeyên zorî, paşguhkirina darizandina adilane yên Îranê.

Di pêşnûme biryarê de hat destnîşankirin ku darvekirinên li Îranê bi taybetî li dijî komên etnîkî yên weke Belûc, Kurd û Ereb tên pêkanîn û hejmara darvekirina welatiyên Efgan jî zêde bûye.

Di pêşnûme biryarê de banga bidawîkirina pêkanînên darvekirinan li hikumeta Îranê dike û bal kişand ser darvekirina zarokan, darvekirinên veşartî tên kirin û radestnekirina cenazeyan a malbatên wan û binpêkirinên ku darvekirinê bi armanca tepisandina xwepêşandanan pêk tîne.

Darvekirin weke amûra zextê tê bikaranîn

Di pêşnûmeyê de hat îfadekirin ku cara yekem ‘zextên derveyî sînor’ hainte destgirtin, muxalîf, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û malbatên li derveyî welat bi gef, êrîşên sîber û bi heman riyan tên hedefgirtin. Hat destnîşankirin ku Îran ji bo tepisandina rexenyan van malbatan weke amûrên zextê û tirsê bi kar tînin. Di pêşnûme biryarê de fikarên der barê malbatên xwepêşanderên sala 2022’an û malbatên mexdurên balafira Ukraynayê de tîne ziman.

Binpêkirinên mafên jinan

Di pêşnûme biryarê de binpêkirinên li dijî mafên jinan jî cih digrin û nixumandina bi zorê, zextên li ser jinan, komkujî, zewaca di temenê biçûk  û pêkanînên weke tundiya nava malê de hatin rexnekirin û ‘Zagona Exlaq û Teseturê’ ji bo azadiya bingehîn weke gefek cidî hat pênasekirin.

Banga ji bo Îranê

Herî dawî, di pêşnûme biryarê de bang li hikumeta Îranê hat kirin ku havkariya bi mekanîzmayên mafên mirovan a NY’ê re zêde bikin, raportorên taybet û komîteya heqîqetê qebûl bikin. Hat xwestin ku li Îranê divê hiqûqa navxweyî weke ya navneteweyî be. Pêşnûme biryarê da zanîn ku meha were di Lijneya Giştî ya NY’ê de, erêkirina dawî were pêşkêşkirin û li gorî biryara komîteya sêyem, rewşa mafên mirovan a li Îranê wê di rûniştina piştî wê de dîsa bigrin dest.