Li Zîvala Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 55 hezar û 297
Hate ragihandin ku hejmara kesên di êrîşa artêşa Îsraîlê ya ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane, di nava 24 saetan de 90 kes zêde bûye, gihîştiye 55 hezar û 297’an.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xeza ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha bê navber didomin. Wezareta Tenduristiya Xezayê daxuyaniyek nivîskî da û daneyên dawî yên li herêmê parve kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 48 saetan de 90 cenaze û 605 birîndar anîne nexweşxaneyên li Xezayê. Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li Xezayê agirbesta di 19’ê çileyê de hatiye îlankirin xirab kiriye û di êrîşên ku ji 18’ê Adarê heta niha hatine destpêkirin de 5 hezar û 14 Filistînî jiyana xwe ji dest dane, 16 hezar û 385 kes birîndar bûne.
Bîlanço her kêlî giran dibe
Hate ragihandin ku hejmara kesên di êrîşa Îsraîlê ya ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 55 hezar û 297’an, hejmara birîndaran jî gihîştiye 128 hezar û 426’an. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 27’ê Gulanê heta niha di êrîşên sîstematîk ên Îsraîlê yên li dijî Filîstîniyên li herêma belavkirina alîkariyên mirovî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 274’an, hejmara birîndaran jî bûye 2 hezar û 532.
Li Zîvala Xezayê di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene, lê belê ji ber kêm xebatê nikarin cenazeyan derxin.